Doh pêncşemê li Sûriyê bi giştî 42 kes ji nav wan 5 Zarok û du Jin şehîd ketin, ji encama berdewamiya bombebarana ko Rêjîma Esed li ser herêmên rizgarbûyî bi hemû çekên qedexe pêk tîne.
Di civîna salane ya şeşem ya Rêkeftina Cebilxaneyên Goşî, 55 dewletan bikaranîna cebilxaneya goşî li Sûriyê pirotesto kirin, li gora ko Rêkxistina Hiyûmen Rayits Wotş di raporta xwe de gotiye.
Çalakvanan anî ziman ku Rêjîmê êrîşên xwe yên leşkerî bi cebilxaneya goşî di dema buhûrî de û bi taybetî di êrîşa li ser bajarê Helebê de zêde kiriye, ko di encamê de taxên Rojhilat wê dorpêç kirine.
Her wiha Toreya Sûriyê ya Mafê Mirovan ketina 1379 bermîlên teqîner ji aliyê firokên perwane yên hêzên Rêjîmê ko di tabaxa buhûrî de bi ser herêmên rizgarkirî de berdane belge kirine, û di encamê de 111 kes şehîd ketin ji nav wan 35 Zarok û 16 Jin û 7 navendên jiyandar wêran bûne.
Toreyê ji Encûmena Ewlekariyê xwest ko cîbicîkirina biryarên xwe dabîn bike, ko heta nuha hêj cîbicî nebûne, û pê re jî baweriya bi xwe têk dibe. Her wiha doz kir ko dana çekan bo Esed qedexe bikin, û pey ew ên ko pere û çekan didinê bikevin, çimkî ev çek metirsiya wan li mirovan pir heye û mafê wan binpê dikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê destnîşan kir ko bêçaretiya civaka navdewletî li pêşberî tawankariyên Rêjîmê û têkçûna Encûmena Ewlekariyê di cîbicîkirina biryarên xwe de, ruhniya kesk da Rêjîmê, da xwîna miletê Sûrî bi hemû şêweyên kuştin û qirkirinê birijîne.
Hevbendiyê bal kêşand ser ko giring e civaka navdewletî helwestek rastyeqîne beraberî kirdeyên Esed derxîne û dosya binpêkirinan bi tekûzî bibal Dadgeha Tawankariyan ya navdewletî ve bişîne.
Jêder: Hevbendî+Acans