ENKS’ê daxwaz ji desteya bilind ya danustandinan kir ku careke din li ser belgenameya (Çarçova Cêbicêkirinê) raweste û dubare lê binere, û herwiha nerazîbûna xwe li ser çendîn xalên wê da xuyakirin, û tekez kir ku her paşguhxistinek ji mafên gelê kurd re, Encûmena Kurdî têxe li pêş berpirsyaretiyên mezin li hember gelê kurd û encuman ber bi bijardeyin din de dibe.
Sikretariya giştî ya Encûmenê di daxuyaniyekê de got ku “Beşdariya gelê kurd di şoreşa rûmet û azadiyê de, her ji destpêkirina wê di adara 2011 an de, ji baweriya gelê kurd bi giringiya rawestana wan ligel xelkê Sûriyê hat, yên derketin xwepêşandanên aştiyane dijî tepeserî û stemkariyê, û ji bo kar ji bona welatekî bo tevaya xelkê Sûriyê bikin, û herwiha ev beşdarî diyar bû bi tevlîbûna ENKS’ê di sala 2013 an di Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê de, li gor belgenameyek hevbeş û ligor nizmtirîn daxwazên gelê kurd di Sûriya paşerojê de, û gelê kurd ma pabend û berdewam di nav rêzên opozisyona Sûriyê de piştî kongirê Riyad û herwiha piştî damezrandina desteya bilind ya danustandinan û şanda danustandinkar ji bo Jinêvê, tevlî hin daxuyaniyên nijadperestî yên hin kesayetiyên opozisyonê mîna Elzu’bî û yên din li dijî gelê kurd”.
Daxuyaniyê got ku ENKS’ê kar ligel Hevbendiyê kir bi armanca rakirina astengiyan li pêş gihiştina nêrîna hevbeş bo paşeroja welat, û kar ligel desteya bilind ya danustandinan kir, û gelek boçûn pêşkêş kirin ji bona derxistina belgenameyan li gor daxwaza hemû pêkhateyên netewî û olî, herwiha pêşniyarek ji bona serrastkirina reşnivîsa (çarçova cêbicêkirinê) pêşkêş kir, lê mixabin ew pêşniyar hat piştguhxistin û belgenameya (çarçova cêbicêkirinê) di kongirê Londonê de hat ragihandin, bi şêweyekî ku bêomêdî ligel xelkê Sûriyê çêkirin, û herwiha nagunce ligel qurbaniyên xelkê Sûriyê û hêviyên wan yên ji bo misogerkirina paşeroja xwe, ku heta radeyekê rastiya firenetewî û firealî li welat û di çarçova navhatî de hatiye windakirin, ew rastî û firealîbûna ku rêjîma stemkar herdem ew binax dikir, û ev yek bihna vejandina şêwazê dewleta Sûriyê jê tê, bi heman ramangerî û sîstema takalî ya wê ve, ya ku welat gihand vê rewşa xirab ya îro têde, û careke din pêkhateyên ciyawaz tên paşguhkirin û taybetmendî û mafên wan tên redkirin.
ENKS’ê got ku dema wan çapa dawiyê ji çarçova cêbicêkirinê xwend, yekser li roja 6/9/2016 an , û berî di kongirê Londonê de bête ragihandin, wan nameyek ji berêz Riyad Hicab rêxerê giştî yê desteya bilind ya danustandinan re şand, û têde nerazîbûna xwe da li ser çendîn xalên belgenaneyê, û xalên cihê nerazîbûnê ev bûn:
1- Ev belgename rastiya firenetewiyê li Sûriyê red dike dema dibêje ku Sûriya parçeyek ji Welatê Elerebî ye.
2- Belgename bi yekcarî beşdariya pêkhateyên din pûç dike dema dibêje (palpiştkirina ser çanda Erebî ya Îslamîk wek jêderek zengîn ji bo berhemhêna ramangerî û têkiliyên civakî….) û ev yek tê bi wateya pûçkirina çandên din yên pêkhateyên gelê Sûriyê yên bi hezarên salan bi erênî têkildarî şaristaniya Sûriyê bûne.
3- pesindkirina zimanê Erebî wek zimanê fermî yê bitenê di Sûriyê de, ku ev yek pûçkirin û mafxwarina zimanê kurdî û zimanên pêkhateyên din e.
4- herwiha di belgenameyê de danpêdan û gerantî bi mafên gelê kurd yê netewî û ziman û çandî û siyasî di destûrê de ligor peyman û rêkeftinên navdewletî nehatiye kirin, û herwiha danpêdan bi mafên pêkhateyên din ji Siryan û Aşûrî û Turkeman û yên din nehatiye kirin.
5- belgename û bi rêka pêşniyarkirina nenavendiya rêvebirinê hewl dide şêweyê dewletê li gor encûmenên xwecihî yên rêjîmê carek din kopî bike.
6-Belgename pesendkirina biryarên derbarê pêkhateyan, dixe bin rehma neteweyên pirhejmar de, û bi taybetî di bin biryara yek pêkhateyê de.
ENKS’ê tekez kir ku ew ne pabend e bi vê belgenaneyê, û ENKS’ê ji ber van sedeman, beşdar nebûye di kongirê Londonê de, û dewletên amade di kongir de bi helwest û nebeşdariya xwe agehdar kirin.
ENKS’ê di dawiya daxuyaniyê de alîkarî û piştgiriya xwe ji her bizavek navdewletî re ji bo dîtina çareseriyek siyasî ji kirîza Sûriyê ligor biryarên Jinêv 1 û biryarên navdewletî yên pêwendîdar nîşan da, û tekez kir ku her çareseriyek negunce ligel daxwazên gelê Sûriyê û avakirina welateke federal û parlemanî û demokratîk, û di destûra wê de mafê netewî yê gelê kurd dabîn nebe, wê Sûriya û navçe aram û seqamgîr nebe.
Jêder: Hevbendî