Rawêjkarê karubarê Rojhilata navîn di Komela Bergiriya Gelên Di Bin Gefê De “Kemal Sîno” cext li ser giringiya serbestberdana bilez ya girtiyên siyasî yên di girtîgehên PYDê de kir, di dema ku endamên ENKSê radigehînin ku ewê berdewam bimînin di xwepêşandanan de heta ku hevalên wan bêne serbestberdan.
Sîno tekez kir ku bi berdewamiya girtina serkirdeyên ENKSê, rewş aloztir dibe, û nakokiyan di şeqama kurdî de zêter dike.
Ji aloyên xwe ve, berpirsên ENKSê niyaza xwe ya berdewamiya xwepêşandanan, heta hevalên wan bêne serbestberdan dupat kirin, û nemaze piştî belavbûna nûçeyan li ser xirabûna rewşa sexlemiya hin ji girtiyan.
Hêjayê gotinê ye ku çekdarên PYDê di heyamê du heyvên derbasbûyî de, çend serkirde û kadiroyên ENKSê binçav kirine bi behaneya rabûna wan bi çalakiyan bê wergirtina destûrdanê, di heman dema ku Encûmen xwestina destûrê ji desthilata darê zorê red dike.
Jêder: Hevbendî – Kurdistan 24