Ban kî Mon sikirtêrê giştî yê NY, berpirsyaretiya êrîşa li ser xwendingehên bajarokê Has û şehîdbûna 26 kesan ku piraniya wan mamoste û xwendekar bûn xist di stûyê rijêma Esed de.
Berdevkê Ban kî Mon, Stîvan Docarîk, daxwaza vekirina doseyeke lêkolîna bilez kir derbarê êrîşa Rijêmê, ya bi mûşekên teqînbihêz ên bi paraşotan avêtin a pêr hatî kirin, û Docarîk dît ku ew êrîşek bimebest e û digihêje asta tawanên şer, û got ku encamderên van kiryaran ji dadgehê natirsin.
Herwiha gefên raguhestina doseyê bo dadgeha tawanên navdewletî xwarin û got:”hin bijarde hene mîna raguhestina Encûmena Asayîşê an jî bo Dadgeha Tawanên Navdewletî ya taybetmend bi tawanên şer “.
Ji aliyek din, wezîrê derve yê Firinsa Can Mark Oyirlot got ku berpirsyariya êrîşa esmanî ya li ser xwendingehên Idlibê dikeve stûyê rijêma Esed yan di stûyê Rûsiya de.
Rêxerê giştî yê desteya bilind ya danustandinan Riyad Hicab, nameyek der barê bombebarankirina xwendingeha Has şand ji Ban kî Mon sikirtêrê NY re, û têde pirsyar kir: “gelo miletê Sûriyê nehêja ye ku bête xelatkirin li ser xweragiriya wî li hember oparesyonên qirkirinê yên ji şeş salan ve ji aliyê rijêma Esed û hevalbendên wê Rûsiya û Îranê dibin?”.
Hicab di nameya xwe de got ku Rûsiya ” mirovê Sûriyê û şaristaniya wê têkdibe dibe, herwiha rê li berdewamiya jiyana wî digire, û berê kesên mayîn dide koçbarkirina neçarî yan ber bi tundrewiyê û bêomêdiya bi man û jiyanê”.
Jêder: Hevbendî + Wekalat