Artêşa Sûriyê ya azad cenga “Dastana Helebê Ya Mezin” ji bo rizgarkirina taxên rojavayê Helebê û rakirina dorpêçê ji ser taxên Heleba rojhilat ên dorpêçkirî bi destê rêjîma Esed û milîtanên Elheşid Elşabî yên ko Îran ew anîne ji bo li Sûriyê şer bikin.
Çalakvanan gotin ko şoreşgeran rêbendên Elsûre û Satir Elmistewde’h û Menaşir Minyan û Kargeha Kartona kontrol kirine, her weha hêlên berevaniya milîtanên Esed yên pêşî li “Dahiyet Elesed”ji bo têwerdana wê bikin, û Firokxana Elneyreb ya leşkerî û bargehên hêzên rêjîmê li aniya Pirojeyê 3000 Şiqe li taxa Elhemdaniyê û akadîmiya Elesed ya Endezyariya Leşkerî li rojavayê bajêr, û bi dehên mûşekên Girad û Katyoşa û mûşekên çêkirina xwecihî û dûravêjên Hawinê amanc kirin.
“Ceyş Elfetih” ragihand ko komek ji 10 endamên milîtanên “Elnuceba” ya bi ser Elheşid Elşe’ibî ve, di şerên ko li hindirê Dahiyet Elesed a rojavayê Helebê çêbûne hêsîr kirine. Di şerên aniyên bajar û gundewarê Helebê bi dehan hatine kuştin. Şoreşgeran ji sivîlên ko di herêmên bin kontrola rêjîmê de ne xwestin ku ji bargehên rêjîmê û navendên leşkerî dûr bikevin ji bo saxlemiya wan.
Rêjîma Esed û milîtanên wê taxên bajêr yên rojhilat dorpêç kirine û ji sê heyvan ve nahêlin alîkariyên xwarinê û yên bijîşkî ji bo 300hezar sivîlî derbas bibin. Her wiha red kir ku pabendiyê bi rawestandina bombebaranê û derbaskirina alîkariyan ji xelkên dorpêçkirî re û rakirina birîndaran bike.
Rêjîma Esed ragihand ko ewê şer bike ji bo taxên rojhilat ên dorpêçkirî bi alîkariya Elheşid Elşe’ibî ya Îraqî û Hizbulaha tirorist û bi piştgiriya firokên Rûsî kontrol bike. Rêjîma Esed û Rûsya çekên giran yên qedexeya navdewletî wek bombeyên goşî û yên hejhejok û bombeyên napalim ên sotandinê bikar anîne, di encamê de bi dehan şehîd ketine, bi şêweyê ko Rûsya li Giroznî sala 1994-1995an bikar aniye.
Jêder: Nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî