Artêşa Azad îro roja pêncşemê, karîye derbasî li nav hin deverên taxa Heleb Elcedîde û pirojeyê 3000 xanî bibe, yên di bin destê hêzên Esed û çeteyên Heşid Elşe’bî yên palpiştên Îranê de bûn.
Hin çalakvanan gotin ku ev serkeftin tê di çarçoveya qonaxa duwem ji şerê “Dastana Mezin Ya Helebê” de, ya ku berî çend rojan hatibû ragihandin bi armanca têkşikandina dorpêçkirina li ser taxên Hekebê yên rojhilat.
Heman çalakvanan gotin ku şer destpê kir bi bombebarankirina pêgehên Rijêmê bi çekên giran û tevî topbarankirina pêgehên wê yên li taxa Heleb Elcedîde û pirojeyê 3000 xanî bi top û mûşekan, hevdem ligel êrîşkirina bidehan canfidayên artêşa Azad li ser wargehên çeteyên Îranê yên di hindur taxan de, û çalakvanan diyar kirin ku di êrîşên artêşa Azad de bi dehan serbazên hêza Esed hatin kuştin û yên din reviyan ber bi taxên doruber yên di dest Rijêmê de.
Hêjayê gotinê ye ku Artêşa Azad berî çend rojan destpêkirina qonaxa duwem ji şerê Dastana Mezin Ya Helebê ragihandibû , yê bi armanca têkşikandina dorpêçkirina li ser zêdetir ji 300 hezar sivîlên di taxên Hekebê yên rojhilat de, yên ji aliyê hêzên Esed û çeteyên Heşid Elşe’bî ve têne dorpêçkirin, û herwiha şoreşgran di qonaxa yekê de karibûn serkeftinên leşkerî yên mezin bidest xwe ve bînin, û karîbûn hin xal û navçeyên stratîjîk rizgar bikin, ji wan taxa Esed û navçeya Minyan, û xwe gihandin nêzî beşê rojavayî bajêr, yê di dest hêzên rijêmê de.
Û taxên Helebê yên dorpêçkirî, bi berferehî û bitewş û bi gelek çeteyên çekên qedexekirî ji aliyê rijêma Esed û Rûsiya hatin bombebarankirin, tevî armanckirina navendên zindî bi awayekî pêrewkirî mîna nexweşxane û xwendingeh û bazargehan, bi armanca dubare dagîrkirina bajêr û xistina wê di bin desthilata Rijêmê de û koçberkirina xelkê wê, ku gelek dewletan, ji wan Amerîka û Birêtaniya û Firinsa, ev tawan bi tawanên şer yên li dijî sivîlan li qelem dan.
Jêder: Hevbendî