Fûad Elîko endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê bi başî rola firaksyona kurdî di Hevbendiyê de nirxand, û bal kişand li ser hebûna hin astengiyan li pêş karê firaksyonê, wek lawaziya karînên Hevbendiyê yên darayî ku dibe sedema encamnedana gelek karên giring yên pêwîst, ji bo diyarkirina karê firaksyonê li ser zemînê, û got ku hin kes di Hevbendiyê de hene bi çavekî nebar li naveroka belgenameya emzekirî di navbera ENKSê û Hevbendiyê de dinêrin, û ew heman ew kes bûn yên di pêşiyê de deqa rêkeftinê red dikirin, û bi her awayî bizav dikirin ji bo xistina astengiyan li pêş danûstandina pêwîst bi doza kurdî re, herwiha Elîko amaje bi hebûna têgihiştinkê kir li ser gelek xalên girêdayî bi doza kurdî û got ku ew asta têgihiştinê di zêdebûnek berdewam de ye.
Û derbarê desteya bilind ya danustandinan û belgenameya wê û rexneyên hatin kirin ji aliyê kurdan û pêkhateyên din, Elîko diyar kir ku damezrandina desteyê bi awayekî bilez hat, û li ser biryareka navdewletî, ku bi wê yekê derfet peyda nebû bo karkirina pêkhateyên desteyê ligel hev, û herwiha derfet nehat dan bo gengeşekirina doseyên nakokî li ser wan hene, yên di navbera van aliyan de, û daxuyaniyek tenê ji kongir derketiye, û bitenê têde xalên pan hatine destnîşankirin, bê behskirina hûrî û wirdiyan, lewra me xwe dît li hember hin firaksyonên siyasî ku ti zanyarî û nerînên wan li ser doza kurdî tunebûn, û kongir derfet neda me ku em bi awayê tê xwestin daxwazên xwe diyar bikin, lewra em rastî gelek zehmetiyan hatin, nemaze ku piştî em derbas bûn di qonaxa amadekirina piransîpên serekî yên Sûriya paşerojê de, di dema amadekirina belgenameya çarçoveya cêbicêkirinê ya desteya hikumraniya veguhêz de, bi rêka şêweyê pê hat pêşkêşkirin, û zalbûna nerînên şofnizma Erebî û Îslamî di belgenameyê de, ku ev yek bû sedema nerazîbûna Kurd û Turkemen û Siryan û Aşûriyan ji tekista vê belgenameyê, û ji ber vê yekê komîteyek ji desteya bilind hat dirustkirin ji bo gengeşekirina vê mijarê ligel van pêkhateyan bo bigihêjin dariştinek hevkok di navbera hemû aliyan de, û neheqiyek mezin li Kurd bû dema nûnerayetiya wan bi yek kesî tenê kirin, li hember 34 kesan di desteya bilind de, û ev xaleka ku herî nakokî li ser heye di nav me û desteya bilind de, û em bi hêvî ne ku ev yek bête rastkirin.
Elîko, derbarê amadekariyên lidarxistina kongirê ENKSê, tekez kir ku amadekarî bi awayekî normal bi rêve diçin bo girêdana kongir, û got belge û dîkoment hatine amadekirin ji aliyê komîteya amedekar, û kesayetiyên serbixwe hatine helbijartin, û heger hîç baredoxên awarte dernekevin wê kongir di dawiya vê heyvê de bête lidarxistin.
Û derbarê bersiva Hevbendiyê li ser bombebarankirina Tirkiyê li ser Efrînê, Elîko diyar kir ku Hevbendî li dijî bombebarankirina sivîlan radiweste her ji çi aliyî be, û herwiha li dijî bikaranîna sivîlan wek mertalan di nakokiyên leşkerî de radiweste, û got: mixabin sivîl herdem nirxên herî mezin di şeran de didin.
Jêder: hevbendî