Rêxerê giştî yê Desteya Bilind Ya Danustandinan Riyad Hicab, tekez kir ku takeçare ji bo rê bête girtin li pêşiya hewla Rûsiya ji dubarekirina siynaryoya Okraniya li Sûriyê, bitenê bi xistina fişaran bi hemû awayên yasayî û diblomatkarî û aborî ye li ser wê bo rawestandina bombebarankirina hovane ya li ser sivîlan û qebûlkirina agirbesteka bêmerc û destpêkirina piroseya siyasî.
Duhî li Berlînê û di hevdîtinekê de ligel wezîrê derve yê Almaniya Firank Ştayinmayir, Hicab bal kişand ser giringiya dîkomentkirina tawanên Rijêmê û hevalvendên wê, û herwiha li ser giringiya standina rêşûnên pêwîst bo dadgehkirina tawankaran yên tawan di derheqê xelkê Sûriyê de pêk anîne û gerantîkirina sizakirina wan.
Herwiha Hicab daxwaza vekirina doseyeka lêkolînê ji NY kir, li ser hebûna girêbestên bidehên milyonan binavê hin kesên nêzîk ji Bişar Esed yên di nav lîsteya sizayên NY û Amerîka de ne.
Û Hicab bal kişand li ser helwestên hin dewletên Ewropa yên di heyamê çend rojên bûrî de, yên hêvî li rex xelkê Sûriyê peyad kirin li ser ku dibe rijêma Esed û hevalvendên wê bêne dadgehkirin li ser tawankariyên ku kirine.
Hicab sipasiya Ştayinmayir kir li ser helwestên Almaniya yên neguhêr li hember binpêkirinên rijêma Esed û hevalvendên wê li Helebê û sercem bajarên Sûriyê, û nemaze daxwaza rawêjkara Almaniya Încêla Mêrkel ji serkirdeyên Ewropa, ji bo sepandina sizayan li ser Mosko ji ber tawankariyên wê yên li Sûriyê, hevdem xwest ku Almaniya sizayên nû li dijî Mosko ferz bike, ji ber armanckirina wê ji navçeyên nişteciyan re, wek binpêkirina peymanên xwe yên li gor biryara 2254 ya encûmena asayîşê ya taybet bi Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve, wezîrê derve yê Almaniya, hevdeng bû ligel Hicab li ser giringiya girtina pêşniyarên nû ji bo rawestandina rijandina xwîna xelkê Sûriyê, û herwiha ji bo rê bêne girtin li pêş Mosko û Tehranê ji hewlên ferzkirina ketwarekî leşkerî yê nû li ser zemînê bi pêkanîna komelkujiyan di derheqê sivîlan de bi rêka bikaranîna mijûlbûna Amerîka bi helbijartinên serokatiyê.
Jêder: Hevbendî