Cotkarên Kobanê rêveberya PYDê tawanbar dikin ku tovên çandinyê li dost û hevalên xwe tenê belav dikin, li gor ku cotkar Hemîd Qetwan ji malpera me re ragihdand û got: ”Cotkarên Kobanê pêdiviyên çandiniyê ji bazara reş dikirin”.
Her wiha Qetwan da zanîn ku cotkarên bi Komînê PYDê re hamahengiyê dikin, tovên çandiniyê li wan hat belavkirin, û yên ku pêwendiyê bi wan re nakin ji bazirganên PYDê ceh û genim bi buhayî dikirin.
Ji aliyê xwe ve Mihemed Kino, cotkarê ji gundewarê Kobanê, ji me re tekez kir ku PYDê cudahiyê dixe navbera cotkaran de û sozên xwe bi cî nayne.
Kino bal kişand ku PYDê mazot ji ser xelkên Kobanê qut kiriye ” xelkên Kobanê litra mazotê bi 100 L.S dikirin, û kîloya ceh bi 120 L.S dikirin, û rewşa xelkê dijwar dibe”.
Kino di dawiya axftina xwede ji PYDê xwest ku dest ji zihniyeta pîvanên xwe yên hizbî yên cudahiyê dixin di navbera cotkaran de berde, û berjewendiyên xwe yên partitî dûrî jiyana welatiyan bike.
Jêder: Hevbendî