Rêxistina Berevaniya Sivîl Ya Sûrî, xelata “Mafê Mirovan Û Dewleta Yasayê“ wergirt, piştî çend rojan ji bidestxistina xelata “Berdêla Nobilê“, wek rêzgirtinekê ji karê wê yê mirovî re di ware hawarçûna kesên ziyan gihane wan de.
Û xelat ji hêla rêvebirê Berevaniyê li Idlibê Raid Salih hat wergirtin, û xelat bi destê wezîrê karê derve yê Almanya Firak Walter Ştaymer û hevkûfê wî yê Ferensî Cak Mark Ayrolt, di ahengekê de doh pêncşembê li avahiya wezareta derve ya Almanya li Berlînê hat dan.
Û girûpek ji xwebexşan di Berevaniya Sivîl de kar dikin, û bi navê “Xwediyên Kumên Sipî“ navdar in, û ew xwebexş karê wan hawarçûna zerermendan ne, yên ji encama bombebarana rêjîma Esed û Rûsiya û milîşên regezperest ji berî zêdî 6 saln de li ser taxên sivîlan.
Û Ştaymer di gotara xwe ya di Ahengê de got: “rawestana di rûyê stemkariyê de qehremanî jê re dive”, û sipasiya kesên ku xelat wergirtine kir, li ser karê wan yê dikin, û got ku“ Xwedanên Kumên Sipî “ alîkariya xelkê dikin piştî êrîşên asîmanî, û ji bo avakirina jêrxaneya zirar gihayê de li deverên bobebarankirî kar dikin.
Û ji hêla xwe de, Ayront êrîşên dijî sivîlan û nexweşxaneyan li bajarê Helebê rexne kirin, û weha got:“ev (Heleb)e, tewanên pîlankirî bi şêweyekî bêserûber pêk tên”.
Û wezîrê Ferensî salixa rewşa mirovahî bi “Bobelat” da, û got:“ mixabin civaka navdewletî pirê caran guh nade van bûyeran, lê ne ji mafê me ye ku em bêdeng bimînin li hember van komelkujiyan”.
Û Ayront pesnê xwebexşên Berevaniya Sivîl da û got ku ew ji bo rûmeta mirovan kar dikin, û ji wan re gor:“hûn di bîra mirov tînin ku mafê mirovan ne karê aliyekî bi tenê ye, û ew yê tevahiya mirovahiyê ye û ji hev cuda nabe”.
Û çalakvanin Sûrî û rêxistinên mafnasî û hewarçûnê yên Sûrî û navdewletî, “xwedanênkumên Sipî“ kiribûn berbijêr ji bo wergirtina xelata Nobila Aştiyê ya sala 2016, û çalakvanan helmeteke piştgiriyê bi endamên berevaniya Sivîl re li deverên rizgarkirî dest pê kiribû, tê de daxwaza berbijêrkirina wan dikirin, ji ber ku ew li metirsîdartirîn deverên cîhanê kar dikin.
Jêder: Nivîsgeha Eagihandina Hevbendiyê+ Ajans