Nanpêjgehên bajarê Helebê rawestiyan bi sedema êrîşên terorîstî yên rijêma Esed û Rûsiya û milîsên Îranê li ser bajêr, hevdem ligel koçberkirina bidehezaran ji xelkê taxên dorpêçkirî ji sê heyvan ve.
Di heman dema ku hêjî firokên Esed û Rûsiya di êrîşên xwe de berdewam in, û ligor serjimêriya Bergiriya Bajêrvaniyê ya ji 15’ê çirya paşîn û heta roja sêşema bûrî, zêdetir ji 750 şehîdî li Helebê ketine bi egera encamdana zêdetir ji 2 hezar êrîşên esmanî û 7 hezar rokêtên topxaneyan, û di nav wan de 70 kes hatin kuştin, dema ber bi taxên rojava ve bar dikirin, tevî desteserkirina 200 kesên din.
Necîb Elensarî, rêveberê Bergiriya Bajêrvaniya Helebê, tekez kir ku ew hersê nanpêjgehên mane, û dihat çavdêrêkirin ku roja şembiya bûrî dest bi kar bikin, heta niha bi sedema êrîşan nikarîne kar bikin.
Û çalakvanan diyar kirin ku bi sedên hezaran ji xelkê Helebê ji nan bêpar mane, bi sedema rawestandina nanpêjgehan, tevî jikarketina sercem nexweşxane û xwendingehên bajêr.
Li aliyek din, Bîbris Meş’el berpirsê Bergiriya Bajêrvaniya Helebê, da xuyakirin ku 50 hezar kesî ji hindur Helebê di heyamê sê rojên dawiyê de bar kirin, û bal kişand ku xelk di tireseka mezin de dijîn, ji ber bombebarankirina sercem taxên dorpêçkirî bi awayekî berdewam.
Enes Elebide Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, di nameyekê de bo wezîrên 15 dewletên dost û çend dewlet û rêxistinên navdewletî û yên herêmî, daxwaza dîtina pêgavên kara kiribû ji bo rawestandina gef û metirsiyên dibin bi sedema êrîşên hovane û yên berdewam û pêrewkirî li ser bajarê Helebê yê dîrokê.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê + Anadol