Duhî roja yekşemê hêzên Esed û Rûsiya bi zahfî jêrxana binyategerî û bazarên gelêrî yên bajar û bajarokên Helebê carek din bombebaran kirin, ku têde bisedan şehîd û birîndar ketin ku sêyek ji wan zarokan in.
Çalakvanan gotin ku zêdetir ji 60 kesî şehîd ket, ji encama êrîşên firokên şer yên rijêma Esed û dagîrkariya Rûsiya li ser zêdetir ji 20 navçeyên Idlib û gundewarê wê, û diyar kirin ku bazareke gelêrî û xaniyên sivîlan li bajarê Kefernibil bi pênc êrîşên esmanî hatin bombebarankirin, û têde bi dehan şehîd û birîndar ketin, û tîmên bergiriya bajêrvaniyê ji hêla xwe rabûn bi rizgarkirina sivîlan û vemerandina agirên bi sedema bombebarankirinê.
Tê zanîn ku duhî desteya bilind ya danustandinan di daxuyaniyekê de, daxwaz ji dewletên dost û civaka navdewletî kiribû ku rabin bi erkên xwe û bilez kar bikin ji bo rawestandina bombebaran û komelkujiyên dibin li ser çendîn navçeyên Sûriyê û bi taybetî yên li ser Heleb dibin, û herwiha hewlên cedî bikin ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî yên bêmerc, û daxwaza rawestandina kiryarên koçberkirina neçarî kiribû yên ji bo guhertina dîmografîk ku dibe gef li ser paşeoj û tevna civaka Sûriyê.
Çalakvanan diyar kirin ku bi dehan kes şehîd ketin di êrîşekê de li ser bazargeha “şînî” li bajarê Mi’ret Elni’hman, herwiha bajarokê Eltimani’a bi bermîlên teqîner ji aliyê hilîkopteran hat bombebarankirin, û têde 6 kes şehîd ketin û di nav wan de du jin û sê zarok hebûn, û çalakvanan xuya kir ku duhî bi berdewam rexên bajarê Idlibê û Xan Şîxûn û Cisr Elşixor û Seraqib û Sermîn û Mirdîx û Eltimani’a û kefrsinca û Elneqêr û Elgamudiyê hatin armanc kirin.
Her dîsa çalakvanên Helebê diyar kirin ku 9 taxên Helebê bi dehan êrîşên firokên şer yên Rûsiya û Rijêmê hatin bombebarankirin û têde bi dehan birîndar û şehîd ketin ku nîvê wan ji taxa Elsikerî û Elmixayir û Elferdos bûn, û herwiha gundê Oroma piçûk li rojavayê Helebê ji aliyê firokênn Rûsiya û bajarê Hirîtan bi mûşekên lerzandinê hatin bombebaran kirin.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina hevbendiya Niştimaniya Sûriyê