Rêkxistina Tendiristiya Cîhanî ragihand ko bêtir ji 250 hezar kesî li Heleba dorpêçkirî, bi tundî derdê kêmbûna heyberên xwarinê, av , sûtemenî û dermanan dikşînin, ji encama dorpêça tund ko rêjîma Esed û milîtanên Îranî li ser sivîlan feriz kiriye. Di heman çaxî de hêzên Rêjîmê û yên Rûsî û milîtanên bi ser Îranê ve taxên Helebê ji 15 çêriya paşî ve bombebaran dikin.
Rêkxistinê di daxuyaniya xwe de bêtir got: tê texmînkirin ko 31500 kez ber bi hindirê welat ve derbider bûne, bi sedema ewşa mirovî li Helebê.
Rewşa jiyana niştecihên Helebê bi berdewamkirina dorpêçê ji aliyê Esed û milîtanên Îranî ji sê mehan ve nebaş e, her wiha êrîşên teroristî berdewam in, di encamê de hemû nexweşxane û dibistan ji kar derketin û du navendên berevaniya sivîl hatine wêrankirin.
Rêkxistinê tekez kir ko her deh nexweşxanên Heleba rojhilat an hatine girtin an jî karekî kêm dikin, û bi hezarên kesan nema guhdanê dibînin, û operasiyonên mezin û çareseriyên rewşa nexweşiyên aloz nemane.
Berevaniya sivîl li Helebê di 29 meha derbasbûyî de ragihand ko bajar bi tekûzî têkçûye, çimkî sotemeniya yedek nema ye û alavên ji bo rizgarkirina mirovî bikar tên nemane, bi sedema êrîşa berdewam li ser bajarê Helebê, û bêtir got ko sivîlên bajêr di bobelateke mirovî de dijî û nema karin xwe bigihînin heyberên xwarinê yên bingehîn.
Berevaniya sivîl bang hemû rêkxistinên mirovî û yên hawarhatinê û yên têwirdana lezgîn kir ji bo vê bobelata mirovî ya ko niştecihên Helebê tê de dijîn, rawestînin. Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Acans