Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Nûnertiya Ewropa Ya ENKSê Ligel Wezareta Derve Ya Almaniya Dicive

December 7, 2016
in Nûçeyên Xwecihî
Reading Time: 2 mins read
A A
Nûnertiya Ewropa Ya ENKSê Ligel Wezareta Derve Ya Almaniya Dicive

Duhî roja sêşemê 6’ê çilê pêşî 2016 an, şandek ji nûnertiya Ewropa ya ENKSê bi serokatiya serokê wê endezyar Rêzan Şêxmûs û berêz Kejal Derwêş endamê nivîsîngeha pêwendiyên nûnertiyê, ligel wezareta derve ya Almaniya civiyan.

Di hevdîtinê de gelek mijarên giring yên taybet bi rewşa Sûriyê hatin gengeşekirin, nemaze rewşa Helebê û şerê hovane yê li ser dibe, ji aliyê rijêma Esed û hevalvendên wê ji Rûsiya û Îraniyan û milîsên mezhebperist yên şî’e, hevdem ligel kirîza mirovî ya xirab li bajêr û giringiya dîtina çareseriyek siyasî ji pirsgirêka Sûriyê re di çarçoveyê avakirina dewleteka federal, ku têde dad û azadî û aştî û demokrasî bo hemû pêkhateyên gelê Sûriyê misoger bibe, û hemû mafên netewî yên rewa bo gelê Kurd ligor belgename û rêkeftinên navdewletî misoger bibin.

Herwiha mijara opozisyona Sûriyê ya ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê nûnertiya wê dike, û giringiya mana ENKSê di hindur çarçova Hevbendiyê de, tevî gelek têbînî û rexne li ser helwesta wê ji doza kurdî li Sûriyê hene, hatin gengeşe kirin, û herwiha tekezî hat kirin li ser giringiya lidarxistina civînên doqolî yên diyalogê di navbera herdu aliyan de bi armanca dîtineka siyasî ya di berjewendiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de.

Li aliyek din behsa siyasetên xirab yên PYDê hat kirin, ji kiryarên wê yên bi revandin û serkutkirkna serkirde û kadiroyên ENKSê û siyasetmedar û medeyakaran ku heta niha jî çarenivîsa hin ji wan ne xuya ye, herwiha behsa revandina ciwanên kurdan ya bi behaneya leşkeriya neçarî û şandina wan bo çeperên ku ti bercewendiya gelê Kurd têde tune ye, û herwiha êrîşên wê li ser xwepêşandanan û şewtandina baregehên ENKSê û patiyên wê, heta giha derbaskirina hêlên Sor û şewtandina ala kurdistanê, sembola pîroz ya miletê kurd, û bandora vê kiryara xirab li ser civaka kurdî û peydabûna nerazîbûnek mezin ku ev siyaset hemû dibin fakterên zêdebûna koçberkirina neçarî û reva ciwanan û kuştina wan li ser sînorên Tirkiyê.

Herwiha di hevdîtinê de bal hat kişandin li ser giringiya vegera pêşmergeyên “Roj” bo xaka welatê xwe, ji bo bergirîkirina gelê Kurd û doza wî ya netewî ya rewa, ku pêşmerge bi xwe bitenê dibin garantî bo peydakirina seqamgeriyek rasteqîn li ser zemînê ji bo rê li koçberiyê bête girtin û vegera bi sedhezarên ciwanên Kurd bo xaka welêt.

Wezareta derve ya Almaniya ji aliyê xwe piştgiriya xwe ji bo ENKSê di hemû biyavan de tekez kir, û herwiha amadebûna xwe nîşan da li hember pêşkêşkirina hemû bizavên pêwîst bo vê yekê.

Jêder: Hevbendî

ShareTweetSend

Related Posts

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin
Nûçeyên Xwecihî

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin

December 4, 2024
Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in
Nûçeyên Xwecihî

Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in

December 4, 2024
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e
Nûçeyên Xwecihî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e

November 13, 2023
Next Post
Rewşenbîrên Alman Tevlî Yên Ereb Li Pêşiya Balyozxaneya Rûsiya Li Berlînê Derketin Xwepêşandanê Ji Bo Şermezarkirina Bombebarankirina Bajarê Helebê

Rewşenbîrên Alman Tevlî Yên Ereb Li Pêşiya Balyozxaneya Rûsiya Li Berlînê Derketin Xwepêşandanê Ji Bo Şermezarkirina Bombebarankirina Bajarê Helebê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.