Bi destpêşxeriya rêveberê mihrîcana wêjeyê ya navdewletî li Berlînê Olrîş Şirayibir, û wek bersivekê ji daxwaza 250 nivîskarên ji 60 dewletan re, duhî bi sedan Alman û penaberên Ereb li pêş balyozxaneya Rûsiya kom bûn, ji bo pirotistokirina bombebarankirina esmanî ya berdewam li ser Helebê, û ev xwepêşand hat encamdan bi amadebûna çend rewşenbîr û siyasetmedarên Almanî, û ji wan: Mîşayîl Noman, Wezîrê çandê di hikûmeta rawêjkarê Almaniya yê berê Gîrhard Şiroder de, û Omêd Norîbor perlamantarê Partiya Keskan, û Serokê perlamantoyê yê berê Folfgang Tîrêza ji partiya Sosiyalista Democrat.
Hêjayê gotinê ye ku roja sêşemê, rawêjkara Almaniya Încêla Mêrkel, bêkêriya civaka navdewletî hember alîkariya Helebê û tawanên firokên Rûsiya û Esed, bi“şerm” e salix da, û gotibû “şerm e ku em nikarin kirîdorên mirovî vekin”, û berpirsyartiya rûdanên Helebê xist di stûyê rijêma Esed û Rûsiya û Îranê de.
Xwepêşanderan daxwaza rawestandina êrîşan û destjêberdana piştgiriya Esed kirin, û bi rêka nivîsandinên hatin bilindkirin, Botîn şermezar kirin û gotin:”Botîn.. bombebarankirinê rawestîn”, ” Heleb şerm e ji Botîn re “, û “Rûsiya.. ji Sûriyê derkeve”.
Ku bajarê Helebê her ji 15’ê çirya paşîn ve rastî êrîşên dijwar dibe, û têde zêdetir ji 750 kesî şehîd ketine û piraniya wan jin û zarok in, tevî birîndarbûna bi hezarên din.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiyê + Wekalat