Birêveberê pirogramê Sûriyê yê rêkxistina Bijêşkên bêsînor Karlos Firansîsko, diyar kir ko ne derman û ne nexweşxane ji bo birîndar û nexweşan çareser bikin, li herêmên dorpêçkirî ji Helebê nemane.
Firensîsko got:“ derman û nexweşxane û alavên guhdana tendiristiyê li herêmên dorpêçkirî li Helebê yên di bin bombebaranê de nemane.”
Bêtir got “rêkxistin di hefteyên dawî de ji bo derbaskirina derman û heyberên hawarhatina lezgîn aloziyên mezin dibîne, bi sedema dorpêça tund û bombebarana pir .”
Diyar kir ku”30 bijîşk li herêmên dorpêçkirî bi Rêkxistinê re kar dikin, dixwazin xizmetên bijîşkî bi heyberên kêm ên di nav destên xwe de pêşkêş bikin.”
Bêtir got:”bijîşkên me dixwazin li her cihî bi karê xwe rabin, û ji demekê ve em nikarin alîkariyê ji wan re bişînin, û ez nizanim heta kengî bi van alavên kêm karin karê xwe berdewam bikin”
Çalakvanan di rêya malperên civakî re vîdyoyek weşandine tê de kalmêrek kursiyekî kêmendaman ku pîrejinek tê de mirî ye bi dûv xwe de dikêşîne, piştî ko mêrê wê bijîşk û derman li kolanên Helebê nedîtine tako wê derman bike.
Berî ko jina wî bemire, bavê Mihemed tirsa xwe li ser rewşa jina xwe diyar kir, ji ber nebûna bijîşk û nexweşxaneyan, çimkî nexweşî lê giran dibû û çarenivîsa tirsank li ber çavê xwe didît.
Ji 3 hefteyan ve bajarê Helebê ketiye ber bombebaraneke tund, û bi sedên sivîlan jiyana xwe jidest dane û bi hezaran birîndar bûne, di emcama bizava rêjîmê ya bi piştgiriya Rûsya û milîtanên bi ser Îranê ve ji bo kontrolkirina bajarê Helebê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Enadol