Îro pêncşembê civînên desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreê û Rikberiya Sûriyê, xula 31emîn ya navê wê kirin “Xula Helebê” bi amadebûna endamin nû ji Encûmena Sûrî ya Tirkumanî û pêkhatiya Jinê destpê kir.
Rewşa Helebê ya mirovî û meydanî di serê lîsta kar de ye, çimkî bajar ketiye ber êrîşeke bêhawe de û heta nuha 1000 sivîl şehîd ketine, piraniya wan jin û zarok in, û nêzîkî 6 hezaran jî birîndar bûne, û nexweşxane û dibistanên bajêr ji xizmetê derketine û du navendên Berevaniya Sivîl wêran bûne.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilehed Istêfo got: “Heleb tewerekî serekî ye, û îro divê em biryarên çarenivîsî ji bo hindir û derve bistînin.” Û tekez kir ko li himber rewşa dijminkariyê “dost û bira û hevalên ko xêrê ji Sûriyê re dixwazin hene.”
Serokatiya Firensî li Parîsê daxuyaniyek bi navê şeş Paytextên Rojavayî, ew jî ev in: Waşinton, Parîs, Berlîn, London, Roma û Otawa belav kir, tê de daxwaz kirine ko şer yekser raweste û rê bidin Netewên Yekbûyî ji bo alîkariyên mirovî radestî niştecihên Helebê bikin, û alîkariya kesên jê reviyane bibe.
Û banga bi navê serpereştên şeş dewletan bêtir got: “em kirdeyên rêjîmê û hevalbendên wê yên biyanî bi taybetî Rûsya û alozkirina derbaskirina alîkariyan pirotesto dikin, û em bi tundî êrîşên rêjîmê yên ko cihên sivîl û bijîşkiyê wêran kirine û bikaranîna bermîlên teqîner û çekên kîmawî pirotesto dikin”.
Û endamê Hevbendiya Niştimanî ji firakisyona Tirkumanî Yûsiv Menla di daxuyaniyeke taybet de bêçaretiya civaka navdewletî der barê parastina sivîlan rexne kir û got: “cîhan tevde kuştaran û derdê sivîlên Helebê yên bi destê rêjîmê û Rûsya û milîtanên bi ser Îranê ve dibîne ”. bêtir got ku rêjîm bi piştgiriya Rûsya di tawanên xwe de berdewam e, bê ko tu kes wê rawestîne, û tekez kir ko giring e “destpêşxeriyeke lezgîn bibe, tako xwînrêjiya Helebê rawestîne û alîkarî bo kesên dorpêçkirî derbas bibin.”
Endama Hevbendiya Niştimanî Selwa Ektad, daxwaz ji miletê Sûrî yên li herderê kir ji bo xwepêşindanan bikin da bombebarana tiroristî li ser bajarê Helebê û bajarên din raweste.
Encûmena Ewlekariyê duşembê ji bo pirojeyekî ko Niyûzîlanda û Ispanya û Misir amade kiribûn, daxwaz dikir ko 7 rojan agirbestê ragihînin tako alîkarî li bajarê Helebê ji kesên dorpêçkirî re derbas bibin, lê Rûsya û Çînê mafê redkirinê “Vîto” bikar anîn û Encûmen di standina biryarê de têkçû.
Jêderekî ji Hevbendiya Niştimanî diyar kir ko wê civîn roja yekem, qonaxên şoreş tê re derbas bûye binirxîne, roja duyem dê li ser helwesta nuha be û dê bi encamekê bi istiratîciyeke nû ji qonaxa dahatî re derbiçe, û wê li ser çar teweran be “leşkerî, siyasî, şoreşgerî û sivîl ”.
Jêder: Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî