Rêxistinek pizîşkî ya navdewletî rexne li bêdengiya civaka navdewletî girtin, ji hember tawanên li Sûriyê yên li dijî sivîlan dibin, bi destê hêzên rijêma Esed û milîtanên Îranê û firokên Rûsiya.
Û duhî roja pêncşemê Rêxistina Pizîşkên Cîhanê ya Firensî, di daxuyaniyek xwe de got ku “em wek rêxistin, nabe bêdengiya civaka navdewletî ya hember tawanên dibin li dijî sivîlên Sûriyê qebûl bikin”, û rêxistinê bal kişand ku zêdetir ji 700 kesên kar di warê pizîşkî dikirin, di heyamê şeş salên bûrî de hatine kuştin.
Di heman demê de, hêjî sivîlên Helebê yên dorpêçkirî berdewam in di rêkirina peyam û gaziyên hawarhatinê ji civaka navdewletî re, ji bo peydakirina kirîdorên mirovî û raguhestina nesax û birîndaran ji navçeyên ji aliyê serbazên Esed û reşek û milîsên wê dorpêçkirî ne, hevdem ligel berdewamiya êrîşên firokên Rijêmê û Rûsiya li ser wan.
Ku xwepêşandanek li Parîsê ji aliyê endamên rêxistinê li dijî êrîşên rijêma Esed li ser Helebê hat kirin, û têde daxwaza parastina nexweşxane û navendên saxlemiyê û karmendên wê li Helebê hate kirin, û herwiha gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê bajarê wêrankirî.
Ji aliyê xwe ve, duhî Serokê Encûmena xwecihî ya bajarê Helebê ji ajansa “Royîterz” re tekez kir ku zêdetir ji 800 kesî hatin kuştin, û ji 3000 heta 3500 kesî li taxên dorpêçkirî yên Helebê di heyamê 26 rojên bûrî de hatine birîndarkirin, di dema ku sivîlên dorpêçkirî yên din dimînin li hêviya fermana ku jiyana wan bidawî bike .
Hêjayê gotinê ye ku her ji 15’ê çirya pêşîn ve, bajarê Helebê rastî oparesyonek dijwar dibe ji aliyê firokên Rijêmê û Rûsiya, û heta niha zêdetir ji 1000 sivîlî ku piraniya wan jin û zarok in hatine kuştin, û nêzîkî 6 hezarên din hatine birîndarkirin.
Hevdem ku îro komeleya giştî ya NY, xwe amade dike ji bo dengdana li ser pirojebiryarekê ji bo bidawîkirina bi yekcarî ji sercem êrîşên bitewşî re, yên ji aliyê firokên Esed û Rûsiya li ser tavahiya Sûriyê û nemaze yên dijî Helebê dibin. ew pirojebiryar ji aliyê Keneda hatiye û bi piştgiriya 70 dewletên endam, û têde daxwaz dike ku ” divê rijêma Esed, ligor yasa mirovî ya navdewletî û yasa mafên mirov, bilez bi erkên xwe pabend bibe, û sercem fermanên biryarên Encûmena Asayîşê cîbicî bike.
Jêder: Nivîsîngeha hevbendiya Niştimanî + Wekalat