Bêtir ji 60 kesî li Sûriyê ji encama êrîşên tiroristî yên ko firokên Rûsya û yên Rêjîmê li ser bajar û bajarokên Sûriyê şehîd ketine, ji nav wan 47 kes li Helebê û gundewarê wê ne.
Çalakvanên bajarê Helebê gotin ku ji doh de heta îro înê, firokên perwane yên rêjîmê bermîlên teqîner bi ser taxa Elmixayir de li Helebê berdane, û çend kes şehîd ketin, û di heman demê de topê taxên Elfirdews û Elkelasê û Elsikerî topbaran dikirin.
Wezîrê derve yê Rûsî Sergey Lavrov, di kongirekî rojnamevanî de li Hamburga Elmanî pêncşembê got ku operasiyonên leşkerî yên hêzên Esed li Helebê rawestiyane, û îro li heman bajarî got “min negotiye şer rawestiyaye, lê min gotiye operasiyonên leşkerî li Helebê hatine helawîstin.”
Çalakvanan ji bajêr diyar kirin ko firokên cengê yên Rûsî û yên perwane yên rêjîma Esed doh taxên Helebê û gundewarê wê bi 140 bermîlên teqîner amanc kirin, di encamê de bi dehan şehîd ketine û bêtir ji 230 kesî birîndar bûne, û diyar kirine ko bombebaran ne tenê ya firokan bû, lê belê hêzên rêjîmê bi bêtir ji 1300 guleyên topên giran û sivik avahiyên niştecihan li taxên Helebê topbaran kirin.
Hêzên Esed û bi piştgiriya firokên Rûsya û milîtanên bi ser Îranê ve, ji 15 çêriya paşî de hewl didin têwerdana taxên Heleba rizgarkirî bikin, piştî ko bêtir ji sê mehan ew dorpêç kirin, û rojane bi dehên êrîşan didin ser, û di encamê de bêtir ji 1100 sivîlî heta nuha şehîd ketine û bi hezaran birîndar bûne. Her weha hewldanên rêjîmê ji bo têwerdana taxan, bûye faktera ku bi hezaran xelk ji malên xwe koçber bûne, û gef li bêtir ji 250 hezar kesî ko koçber bibin tê kirin.
Çalakvanan şehîdbûna du kesan û bînçikandina bidehên sivîlan belgeh kirine, bi sedema ko doh firokên cengê bermîlên teqîner yên gaza kilora jehirdar di wan de hebû bi ser taxa Elmexayir de berdane. Her weha çend kesên din çûne halê bînçikînê, ji encama ko hêzên Rêjîmê taxa Elkelasê bi du bermîlên teqîber ên ku gaza kilora jehirkirî di wan de ye bombebaran kirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî