Parêzer Mistefa Misto endamê Encumana Niştimanî ya Kurdî (ENKS) ji mere daxwiyanî da û got ku biryara ENKS li ser vexwendina Rûsiyan biryareke rast e, û li gor prensîbên Şoreşa gelê Sûrî ye, ji ber ku Rûsya dixwaze bide xuyakirin ku pêşketinên rêjîma Esed li Helebê dawiya şoreşê ye û divê Kurd cihê xwe li cem Esed bigirin.
Misto bal kişand ser dîroka Rûsiya û têkliyên wê bi Kurdan re û got: “Rûsiya dîroka wê bi Kurdan re reş e, û her demê sozên xwe bi wan re bi cih nanîne, ji ber vê yekê jî helwesta ENKS rast e û ew vexwendina ku ji 24 partiyên Kurd re hatibû weke bangeke ewlekarî bû, armanc jê ku rêjîma Esed xwe bi hêz bibîne, û çûna PYDê û hin partiyên din ziyaneke mezin digihîne Kêşeya Kurdî li Sûriyê”
sebaret rola Rûsya di Sûryê de, Misto da zanîn ku ew roleke xirab dilîz e û ta niha bi hezaran welatiyên sivîl ji ber bumbebarana belafirên wan hatine kuştin lewma ew nikarin ti mafên kurdan yan jî yên Sûriyan li wan vegerînin.
Di dawiya axaftina xwede Misto tekez kir ku civînên bi serkirdeyên ewlekariya Rûsya re xiyanetek mezin e û helwesta ENKSê li gor berjewendiyên gelê sûriyê ye.
Jêder: Hevbendî