Wezîrê derve yê Kendî Stîvan Diyon, dibîne ko gihaştina peymana agirbestê li Sûriyê bi garantiya Tirkiyê û Rûsya nebes e, û giring e gavên dabînkirina veguhestina siyasî li welat bên avêtin û aştî pêk bê.
Diyon di banga xwe ya “li ser malpera têkiliyên civakî ..Twiter” doh salixa peymana agirbestê da û got ku ew “agirbest di erênayê de ye”.
Wezîrê derve daxwaz ji hemû aliyan kir ko bi agirbestê pabend bin, û kar ji bo sivikirina derdê miletê Sûrî bikin, û dest bi operasiyona veguhestina siyasî bikin û bi aştiyê pabend bin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, bizava ji çend rojan ve bû ji bo bicîkirina agirbestê bilind nirxand, û hişyarî da ji hewildanên rêjîma Esed û Îranê ko divên peymanê têk bidin.
Hevbendiyê destnîşan kir ko peymana agirbestê bendeke sereke ye ji biryara Encşmena Ewlekariyê 2254 ya sala 2015an, û bingeheke ji seqayeke guncaw re ji bo serkeftina operasiyona danûstandinan, ligel rawestandina operasiyona koçkirina kotekî û alîkariyan ji bo herêmên dorpêçkirî bi çavdêriya Netewên Yekbûyî derbas bikin, ji wan jî Xûta rojhilat û rojava û Medaya û Wadî Bereda li gundewarê Şamê û taxa Elwe´ir li Humsê û hemû herêmên dorpêçkirî li Sûriyê.
Jêder: Enadol+Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî