Girûpeke çekdar ji ciwanên şoreşger yên bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD ve, roja Sêşemê 3-1-2017 ciwanekî kurd bi navê Sudad Ehmed Seyid Mecîd ku endamê rêxistina Girkêlegê ya Partî Dîmuqratî Kurdistanî- Sûriya PDK-S ye, ji Rimêlan revandin û ber bi cihekî nenas hate veguhestin, û li wê deverê ji hêla girûpa navbûrî ve rastî lêdan û eşkenceyê hat.
Çinar Mer´ê endamê xwecihiya Girkêlegê ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûrî ENKS, ji mere got ku Sudad li çolekê hate dîtin piştî ku rastî eşkenceyeke tund hatibû û parsiweke wî ji ber lêdanê hatiye şikandin, û şûna lêdanê li ser gewd û riwê wî diyar e.
Endamê xwecihiya Girkêlegê ya ENKS ev kiryar bi tundî şermezar kir, û ew yek bi kiryarên hovane wesif da.
Tê zanîn ku diyardeya revandina alîgirên ENKS û rojnamevanan ji hêla wan çekdarên bi ser PYDê ve berdewame.
Jêder: Hevbendî