Perlemantareka perlemantoya Ewropa bi tundî rexne li rola welatên xwe girt bi sedema lawaziya rola wan der barê şerê Rijêmê yê her ji sala 2011an li dijî xelkê Sûriyê dibe, ku bûye sedema kuştina bisedên hezaran û koçberkirina bi milyonan ji xelkê Sûriyê.
Perlemantara Holendî ya perlemantoya Ewropa Marîtiya Tişak di hevdîtineke telvziyonî de got ku tişta li Sûriyê dibe “dexmek kirêt e ji nifişê me yê niha re”, û bal kişand ku îro hîç helwestek diyar di navbera dewletên Yekîtiya Ewropa de nîne sebaret doseya Sûriyê.
Û got ku tiştek kirêt e dema em dibînin Ewropa pişta wan piransîpan nagire, ewên bibin fakter bo bidawîkirina tirajêdiyên gelê Sûriyê bi awayekî mezintir, û got ku tiştek seyr û xerîbe heta niha Yekîtiya Ewropa ranebûye bi standina pêgavên zêdetir nemaze derbarê reftarên dibin ligel doseyên penaberan û metirsiya berdewambûna van reftaran ligel heman fayîlî.
Ku tevî emzekirina rêkeftina agirbestê lê hêjî tawankariyên hêzên Esed û milîsên Îranê berdewam in, ku duhî roja sêşemê 11 şehîd li Idlibê ketin û 5 li navçeya Wadî Beteda bi rêka bombebaranên corbicor.
Herwiha roja şembiyê ku Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê di daxuyaniyekê de hişyarî dabû li ser hewlên Rijêm û Îranê ji bo têkbirina agirbestê bi rêka baweriya bi temamî bi bijardeya leşkerî.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê