Îro roja Înê xwepêşandan li çend bajarên Sûriyê derketin, di bin durişma “Tevlîhevbûna Dibin Sîbera Şoreşê De” ya ji hêla şoreşgeran ve hatubû ragihandin, û di xwepêşabdanan de daxwaza yekgirtina hêzan di artêşek niştimanî de hat kirin, û binpêkirinên Rijêmê û milîsên Îranê ji agirbestê re hatin şermezarkirin.
Û çalakvanên bajarê Dûma li gundewarê Şamê ragihabdin ku xwepêşandanek li danê piştî nîvro derket bi dirûşmên rûxandina Rijêmê û dadgehkirina Bişar û berpirs û encamderên tawanên şer li dijî sivîlan.
Herwiha xelkê Mi’ret Elni’man û gundê Kifrdiyan li gundewarê Idlibê û xelkê bajarokê Atarib li gundewarê rojavayê Helebê helwesta xwe li kêleka xelkê Wadî Bereda li dijî oparesyonên leşkerî yên hovane li ser navçeya Wadî Bereda ji aliyê hêzên Esed û milîtanên hizibulaha terorîst nîşan dan, û xwepêşanderan daxwaza yekgirtinê ji fermandarên hêzan di yek bereyekî û dibin ala şoreşa Sûriyê de kirin.
Û xwepêşanderan dubare daxwaza derketina sercem çeteyên biyanî û serbestberdana girtiyên di girtîgehên Rijêmê de kirin, û bêdengiya civaka navdewletî li hember binpêkirina agirbestê ji aliyê Rijêmê ve şermezar kirin.
Û çalakvanan gotin ku hêzên Esed û çeteyên hizibulah hêjî berdewam in di zêdekirina êrîşên xwe yên leşkerî li ser gundên navçeya Wadî Bereda li gundewarê Şamê, herwiha berdewam in di binpêkirina agirbestê de ya ji 14 rojan de û bi gerantiyek Rûsî û Tirkî hatibû amzekirin, û çalakvanan diyar kirin ku gundên navçeyê ji aliyê firokên şer û hilîkopterên hêzên Esed bi dehên mûşek û bermîlên teqîner hatine armanckirin, hevdem ligel hewlên êrîşên derbeasbûnê yên berdewam û topbarandina navçeyê bi topxaneyan.
Jêder: Nivîsgeha Hevbendiya Niştimaniya Sûrî