Hejmara kesên li ser destê hêzên Rijêmê û milîsên Îranê şehîd ketine, piştî 15 rojan ji ragihandina rêkeftina agirbestê gihişt 11 kesan, ji wan 8 şehîd ji encama êrîşên firokên Rijêmê li ser parêzgeha Idlibê ne.
Û hejmara binpêkirinan ji aliyê Rijêmê û Îranê ve gihişt 40 carî, û piraniya wan li dijî gundewarê Şamê û Idlibê bûn, û bûn egera ku nimêja înê li Medeya li gundewarê Şamê û çend bajarên din ên Sûriyê bêne betalkirin, bi sedema bombebarankirina bi mebest.
Li aliyek din, duhî roja Înê xwepêşandan li çend navçeyên rizgarkirî li parêzgehên gundewarê Şamê û Idlibê û Heleb û Himusê li dar ketin, û xwepêşenderan armancên şoreşê dubare kirin û daxwaza rûxandina Rijêmê kirin, û xwepêşandan di bin durişma “Tevlîhevbûna Dibin Sîbera Şoreşê De” bûn, ya ji hêla şoreşgeran ve hatubû ragihandin.
Û xwepêşanderan li bajarokên Dûma û Seqba û Kenakir ê dorpêçkirî li gundewarê Şamê, gotin ku rêkeftina ligel Rijêmê nayê pejirandin eger ew berdewam bimîne di bombebarankirin û zêdekirina êrîşên leşkerî li ser navçeya Wadî Bereda.
Û firokên Rijêmê ji sibehê de, çend êrîş li dijî herdu gundên “E’în Fîcê” û “Besîmê” encam dan, tevî bombebarankirina navçeyan bi hawin û tank û topxane û mûşekên (Fîl), ku bû sedema zêdebûna qebarê wêraniya rêyên bajêr û xaniyên sivîlan yên mane, û çalakvanan ragihandin ku êrîş hevdem ligel destpêkirina karên çaksazîkirina kargeha kaniya “E’în Fîcê” hatin encamdan.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, berdewamiya rijêma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina agirbestê û pêkanîna tawanên şer şermezar kirin, nemaze tawanên li dijî navçeya Wadî Bereda, û Encûmena Asayîşê daxwaz ji gerantîkerên agirbestê kir, ji bo rawestandina bilez ji êrîşan re û pirotestokirina û dadgehkirina encamderên binpêkirinan
Jêder: Nivîsgeha Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê /Wekalat