Toreyên Ragihandinê û çalakvanên Sûriyê, daxwaza gengeşekirina dosya girtiyên di zindanên rêjîmê de kirin, û xwestin ku kar ji bo berdana wan bibe, di heman dema civînên “Estane” de, yên ko nuha li paytexta Kazaxistanê lidar dikevin.
Û çalakvanan duruşma“gerantiya derketina min berî danûstandinên we” dîsa li ser malperên hevgihana civakî belav kirin, bi amanca bibîranîna kêşeya girtiyan ya ko di biryarên navdewletî yên der barê rewşa Sûriyê de hatiye, û di lîsta karê civînan de ye, û tekez kirin ko ew jî ji pêşindeyan e, û wek agirbestê û derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo kesên dorpêçkirî ye.
Kampaniyê bi mebest serbûriyên girtiyên ko şens alîkariya wan kiriye û ji zindanên rêjîmê derketine, û sosretên bi wan û girtiyên din re çêbûne belav kirine. Çalakvanan anî ziman ko yên rizgarbûne “wek miriyan”bûn, û bêtir gotin “kes bi derdê wan nizane ji pêvî yê ko dîtiye” li gora gotinên wan.
Her weha kampaniyê bal kişand ser wêneyên bideh-hezaran girtiyên ko li ser destê hêzên rêjîmê bi birçîkirin û êşkenceyê bûne hestî û çerm û hatine kuştin.
Û bendên 12, 13, 14 ji biryara navdewletî ya 2254an ya derbarê Sûriyê, daxwaza başkirina rewşa mirovî berî ko danûstandin di navbera aliyên Sûrî de destpê bike kirine, û ew bû sedema ko gerên danûstandinên Cinêvê rawestin, piştî ko rêjîmê û milîtanên bi ser Îranê ve red kirin ko van bendan cîbicî bikin, û baweriya wan bi çareserkirina leşkerî tenê dihat .
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî