Şanda Alayên leşkerî di dûmahiya civînên Astane de, tekez kir ko giring e biryarên Netewên Yekbûyî yên têkildar bi çakkirina rewşa mirovî ve li herêmên dorpêçkirî û li hemû xaka Sûriyê cîbicî bibin.
Serokê şandê Mihemed Elûş got ku hemû Alayên leşkerî bi agirbestê pabend in, û daxwaz kir ko hemû milîtanên bi ser Îranê ve derkevin , û tekez kir ko çûna Beşar Esed di çareserkirina siyasî de heye.
Elûş bêtir got ko şanda Alayên leşkerî soz ji dabînkerên Rûsî û Tirkî standine ko kar bikin bo çesipandina agirbestê li Sûriyê, û ew ê pê pabend bin. Û alîkariyan bo kesên dorpêçkirî li herêmên corbicor li Sûriyê derbas bikin, û soz ji aliyê Rûsî standine der barê serbestberdana girtiyên jin yên di zindanên rêjîmê de, û bi tayberî 13hezên belgehkirî.
Serokê şandê bal kêşand ser ko “em çi rola Îranê di paşeroja Sûriyê de napejirînin, û desteya bilind ya danûstandinan wê bizavên xwe bike ji bo berdewamkirina çareserkirina siyasî li Cinêvê.”
Jêder: Nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî