Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û endamê şanda Kurdî di civînên Asitanyayê de, Brahîm Biro, ragihand ku Beşdarbûna nûnerên ENKS e di her civînekê de, karek e ji bo doza Kurdî, ne ji bo ku şerê aliyekî din yê Kurdî bikin.
Li ser pirsa ku Tirkiyê dixwaze ENKS di civîna Asitanyayê de amade bibe, da ku li dijî PYDê helwestan nîşan bide, Biro got: Ne ji aliyê Tirkiyê ve û ne ji ti aliyên din ve ji me nehatiye xwastin ku em nêrînên wan derbarê PYDê de bidin. Biro berdewam kir û got: lê dema kû pirs li ser rewşa herêma Kurdî ji me tê kirin wê demê em neçarin, rastiya rewşê bêjin, carna kuştin çêdibe, girtin çêdibe, lêxistin çêdibe, pêlêkirina ala kurdî tê kirin, gotin dijî sembolên miletê kurd tên gotin, gelek xelkê me di zindanên wan de ne, em neçarin van tiştan bidin xuyanîkirin.
Li Ser giringiya beşdarbûna ENKS di kongira Asitanya de, Biro got: tevî ku di civîna Asitanya de ti derfeta guftûgoyên siyasî re tune bû , lê em wek Kurd her kombûneke ji bo Sûriyê were birêvebirin, girîngiya hebûna me tê de heye, ji bo em zanibin, çi tê de çêdibe, û ji aliyekî din ve civînên wiha dibin derfetek bo hevdîtinan ligel şand û nûnerên welatan, bo nêrîna xwe derbarê Sûriyê û doza Kurdî bigihînin wan.
Li dawiya axaftina xwe bi “Kurdistan 24” re, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Brahîm Biro, da xuyanîkirin kû beşdarbûna ENKS di civînên Asitanyayê de nîşan da kû Cihekî wê taybet di nava opozîsyona Sûriyê de heye.
Jêder: Rojava.news – Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî