Berpirsekî NY got ku “kirîza mirovî li Sûriyê hêjî yek ji kirîzên herî aloz û dijwar e li cîhanê “, û got ku “tirs heye xirabtir bibe”.
Stîvin Obirîn berpirsyarê NY yê karubarê mirovî, duhî di kongirekî rojnamevanî de got ku “eger piroseya aştiyê bi şêweyek rastyeqîne jî dest pê bibe, wê hewcedariya alîkariyên mirovî li hindur Sûriyê berdewam be heta qonaxeke bê”.
Û NY tekez kir ku “pêwîstiya wê îsal bi heşt milyar dolar heye, ji bo peydakirina alîkariyên pêwîst bo rizgarkirin jiyana bimilyonan ji xelkê Sûriyê li hindurê welat û dewletên doruber “, nemaze piştî koçberkirina xelkê Sûriyê bi destê hêzên Rijêmê û milîtanên alîkarên wê.
Û NY daxwaz ji dewletên bexşîner kir ku 4.6 milyar dolarên zêdetir terxan bikin ji bo alîkariya bi milyonan penaberên Sûriyê li welatên cîran, û NY di kongirê Hilsinkî de ew daxwaz kir ji bo bikaranîna beşê yekem ji wan diravan di warê rizgarkirina 5 milyon xelkê Sûriyê, 70% ji wan jin û zarok in, û alîkariya wan bikin, di riya pêşkêşkirina xwarin û xizmetgozariyên xwendinê û çavdêriya tenduristî.
Û NY bal kişand ku niha kar dibe ji bo tekûzkirina bangewaziyek cuda ya komkirina 3.4 milyar dolaran ji bo perepêdana karên mirovî ji bo alîkariya 13.5 milyon kesî, li hindur Sûriyê, piştî nêzîkî şeş salan ji destpêkirina şerê rijêma Beşar li dijî miletê Sûriyê.
Li aliyek din Hêlîn Kilark rêvebera bernamê NY yê geşepêdanê got ku peydakirina pêdawîstiyên jiyanê û karakirina navendên serekî, karên serekî ne li Sûriyê. û eger sibê aştiyek siyasî li Sûriyê berqirar bibe jî, dîsa ew ê hewl bidin piştgiriya hilmetên hawarhatina mirovî bo vî welatê wêrankirî yê 85% ji akinciyên wê dibin hêla hejariyê de dijîn, ligel bandorên arbûrî û civakî yên vê yekê li ser welatên cîran”.
Ji aliyê xwe ve, Fîlîbo Cirandî komsyarê bilind yê karubarê penaberan li NY, got ku pênc dewlet hene ew jî Libnan û Tirkiya û Îraq û Ordin û Misr in, mihvandariya nêzî pênc milyonan ji penaberên Sûriyê dikin, û ligor gotina wî ev “hijmarek cihê matmayînê ye”, û kêm ji wan li kampan dijîn.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî / Wekalat