Endamên Polîsên Leşkerî yên bi ser PYD ve, endamê Nivîsgeha Siyasî ya partiya Dîmuqrata Kurdistanî-Sûriya Ebdulkerîm Mihemed, ji mala wî li gundê Kortepan yê bi ser Girkê Legê ve parêzgeha Hesekê, demjimêr dehê sibeha duşembê 30.01.2017an, revandin û ber bi deverek nediyar ve birin.
Encûmena Niştimanî Kurdî di daxuyaniyekê de ko ji emaneta giştî derketiye, ev kirdeyên zordarî yên milîtanên PYD di derheqê Encûmenê û hogirên wê de pirotesto kirin. Encûmenê tekez kir ko ev siyaset û kirde yên lidijî pirinsîbên dîmuqratî û azadiyê, nikarin wan ji tekoşîna di ber dabînkirina mafên netewî û niştimanî li welêt bidin paş, û soz da ko bi hemû rêkên dîmuqratî yên aştiyane li hindir û derve ji bo PYD û zêdegaviyên wê rawestînin.
Encûmena Niştimanî doz li civaka navdewletî û hêzên piştgirê azadî û dîmuqratî û hemû partiyên Kurdistanî kir, ji bo têwirdanê bikin û fişarê bidin ser vê partiyê, da ji siyaseta xwe ya dijminkarî li dijî Encûmena Niştimanî Kurdî û piştgirên wê vegere, û hemû girtiyên siyasî berde.
Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê berpirsiyariya saxlemî û parastina serpereştê xwe da ser hustê PYD, tev ko hêj bi dehan serpereşt û kadirên partoyên Encûmenê li bal wê girtî hene.
Tê zanîn ko berê jî serpereşt Ebdulkerîm Mihemed di vejandina bîranîna kuştara Amûdê de di 27.06.2016an li bajarê Amûsê bi destê endamên vê partiyê hatibû girtin.
Jêder: beşê kurdî ji nivîsgeha ragihandina hevbendiya niştimanî