Encûmena parêzgeha Idlibê biyekcarî “dubarekirina kiryarên koçbarkirina neçarî” red kir, ku kiryara dawî di derheqê xelkê Wadî Bereda de bû, û encûmenê bal kişand ku ev “kiryar dibin bi armanca valekirina bajar û bajarokên Sûriyê ji xelkê wan yên resen ji bo xizmeta berjewendî û pîlangeriya Îranê”.
Encûmenê duhî êvarî û di daxuyaniyekê de paşguhkirina NY ji tawanên Rijêmê û çeteyên kirêgirtiyên Îranê re yên bi rêka dubarekirina kiryarên koçberkirina neçarî dibin şermezar kir, û got ku “Encûmena parêzgeha Idlibê biyekcarî dubarekirina kiryarên koçbarkirina neçarî red dike, ku ev yek bûye rêbaz ji aliyê Rijêmê bo valekirina bajarên Sûriyê ji akinciyên wan yên resen bi armanca encamdana guhertina demografîk li Sûriyê ligoreya berjewendiyên pîlangeriya Îranê ya roj bi roj eşkera dibe”.
Li aliyek din ku duhî roja duşemê Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de gotibû ku “piroseya derxistin û koçberkirina sivîlan ji xanî û bajarên wan, bi çi bihaneyê be, binpêkirinek eşkera ye ji rêkeftina agirbestê re, û dirêjîpêdana pilangeriya guhertina demografîk e, ya rijêma Beşar bi şêweyek rêbazkirî dike, her weha ew tawanek dijî mirovahiyê ye”.
Hêjayê gotinê ye ku duhî êvarî karwanek ji koçberên navçeya Wadî Bereda gihişt parêzgeha Idlibê, piştî pêkanîna oparesyoneka leşkerî ya berfireh ku têde kaniya “E’în Fîcê” hat wêrankirin, û nexweşxane tevde ji kar ketin, tevlî amzekirina rêkeftina agirbestê her ji 30 heyva çilê pêşîn ya bûrî ve, ku ev yek bû sedema ku xelk bar bikin û mercên Rijêmê qebûl bikin.
Herwiha daxuyaniya encûmena Idlibê tekezî li ser mafê vegera koçbarên neçarî bo gund û bajarên xwe kiriye, di dema ku derfet çêbibin, û nirx û rêya vê yekê çibe bila bibe, hevdem guhertina demografîk ya li ser destê Rijêmê ligel milîsên Îranê li her navçeyeka welat dibe red kir.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştimanî