Hejmarek Çalakvananên Mafnas komeleyek taybet bi qurbaniyên cengê li Sûriyê damezirandine, ji bo şopandina kêşeyên tawanên Rêjîmê di derheqê sivîlan de, her weha binpêkirinên ji hêla takekesan an dezgehan dijî mafê sivîlên Sûrî dibin, tako di paşerojê de mafên wan li wan vegerînin.
Komele ji Komîteke Parêzer û taybetmedan pêktê, ji bo hevdîtinan bi qurbaniyan bi xwe re an bi malbatên wan re bikin. Û ji bo hevdîtinan çar herêm destnîşan kirine, li bajarên ko gelek miletê Sûrî li wan hene, û ji bo vî karî girêbestek bi kompaniya “White LLP & Stoke ” ya li Londonê re pêkanîne, ji bo piştgiriya wan kar û çalakiyan bike.
Ji kêşeyên qurbaniyan yên ko dozdarî wan dinimîne “mirina merivan, êşkence û riswakirin û danûstandina nebaş, û girtin û revandina merivan û birîndakirin û kêmendamkirina wan, û her kesên ko mal û milkên wan têkçûne, û yên ko hatine birçîkirin û dorpêçkirin, û yên ketine ber bombebarana bi bermîlên teqîner û çekên kîmawî û bombeyên goşî an çekên din, û jinên ko rastî destdirêjiya sêksî haine û tiştê bi van tawanan ve girêdayî, û zarokên ketine ber tawanên ko dê û bavên wan hatine kuştin.”
Komelê di ragihandina xwe ya damezirandinê de got ku binpêkirinên hatine tomarkirin ji adara 2011an ve pir mezin in, ji lewra bilindtirîn rêjeya qurbanî û tawanên cengê yên li jêr benda binpêkirina mafên mirovan hatiye tomarkirin. Ji ber weha gerek vekolîneke mafnasî û mirovî çêbibe ji bo dest bi dîtina kesên bûne sedem an berpirsiyarên van tawanan bikin, û wan ji bo dadgehên daddar pêşkêş bikin da bên sizakirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî