Îro li roja înê bi hezaran xelkê Sûriyê li çend bajar û bajarokên rizgarkirî li bin dirûşma “cihê Elqa’îdê li Sûriyê nîne” derketin xwepêşandanan û têde tawanên herdu rêxistinên terorîst DAIŞ û aniya Fetih Elşam şermezar kirin.
Û bi hezaran xwepêşander derketin li Dûma li gundewarê Şamê û Atarb û Mar’ih li gundewarê Helebê û li çend bajarokên din li gundewarê Idlib û Helebê, û daxwaza derxistina rêxistina Elqa’îda ji Sûriyê kirin. û herwiha dubare daxwaza rûxandina Rijêmê kirin, û tekezî li ser giringiya yekrêziya hêzên artêşa azad kirin, ji bo rûbirûbuna Rijêmê û herdu rêxistinên Elqa’îda û DAIŞê yên terorîst, û ligor gotina çalakvanên gundewarê bakurê Helebê, şoreşgeran roja înê karîn beşekî mezin ji gundê Biza’ha yê li nêzîk Babê ji destê rêxistina DAIŞa terorîst rizgar bikin, di çarçovê oparesyona “Mertala Ferat” de ya bi piştgiriya leşkerî ya Tirkiyê.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tawanên “Fetih Elşam” ya terorîst şermezar kiribû, û tekez kiribû ku ew beşek ji rêxistinên terorîst e, û riftara wê nayê qebûlkirin, û dikeve di rajeya Rijêmê û hevalbendên wê yên dagîrker de, û herwiha hêza milet lawaz dike li hember dagîrkerên xaka Sûriyê ya bi xwîna bihezarên şehîdan hatiye rizgarkirin.
Û Hevbendiyê di daxuyaniyekê de li roja pêncşemê li 26’ê heyva çilê paşî ya bûrî daxwaza lixwegirtina pirojeyekî niştimanî yê yekgirtî ji hêzên şoreşger û leşkerî kiribû, li ser binyadê rewşt û piransîpên şoreşê ji bo dirustkirina artêşeka niştimanî ya Sûrî da bibe xizmetkar ji şoreşê û armancên wê re, û kar di bin sîbera wê ya siyasî ya rewa de bike, û bibe rengvedanek ji xwestek û hêviyên gel re, ji bo yekîtiyê û karê rêkupêk ligor binyat û zagonên pîşeyî.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî