Îro Sibehê Firokên Rêjîmê di êrîşekê de li ser bajarê Idlibê firneyeke mîkanîk-karî wêran kirin, û hejmarek ji sivîlan birîndar bûn û zarokek di bombebaraneke din de li gundewarê Hema yê başûr şehîd ket.
Çalakvanên bajarê Idlib gotin ko rêjîmê bajarê Idlibê bi çar êrîşên asmanî amanc kir, di encamê de firneya “Elzere” ya mîkanîk-karî wêran kirin, û deh sivîl, jin û zarok jî di nav wan de hebûn birîndar bûn. Tîmên berevaniya sivîl bilez birîndar birin nexweşxaneyên meydanî.
Firneya Elzere li bajarê Idlib mezintirîn firne ye, û ev cara duyem e ko tête amanckirin, û piştî cara yekem, dubare saz kirin û ew dan xebitandin.
Di bombebaraneke asmanî de îro înê li ser gundê Eqreb li gundewarê Hemayê yê başûr zarokek şehîd ket û çend sivîl birîndar bûn, her weha herdu bajarok Kefer Laha û Tildew li gundewarê Humsê bi êrîşeke asmanî bombebaran kirin.
Her weha roja pêncşembê bajarokê Medaya û Beqîn li gundewarê Şamê ji hêla hêzên rêjîmê û milîtanên derdora herêmê yên wê dorpêç dikin ketin ber bombebaraneke tund, di encamê de sivîlek şehîd ket û bi dehan birîndar bûn.
Endamê desteya bijîşkî li Medaya û Beqîn Xeys Îsa got ku herêm ket ber bombebaran û êrîşeke bêserûber û malên sivîlan amanc kirin, û çend kes birîndar kirin.
Îsa bêtir got ko “birîndar li ber ruhnîka mobaylan di qeboyên binê malan de, ku ne cihên amade ne ji vî karî re û bê alav û pêdawîstiyên bijîşkî ne tên dermankirin ”, û destnîşan kir ko jiyana kesên Hawarhatina Lezgîn yên çareserkirina wan dikin di metirsiyê de ye, çimkî sekvanên rêjîmê wan amanc dikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Beledî Niyûz