Agirekî mezin îro sibeha înê li herêma Elqenewat li Şamê çêbû, di encamê de ziyanên abûrî yên mezin di mal û dikanên bazirganiyê û avahiyan de çêbûn.
Çalakvanan ji Şamê milîtanên bi ser Îranê ve bi vêxistina agir tawanbar kirin, bi sedema redkirina xelkê ji firotina dikan û malên xwe re, di bin veşartineke ragihandinî ji hêla rêjîmê ve, ya got ku “Agir bi sedema kontakê çêbû”.
Milîtanên Îranî û hêzên rêjîmê dixwazin operasiyonên koçberkirina kotekî û guherînên dîmugrafî yên nû li Şama paytext û derdora wê pêk bînin, û dixwazin dikan û avahiyên xelkê bi zorê bikirin, an jî piştî êrîşên leşkerî li ser herêmên ko dorpêç kirine, û xelkên wê birçî dikin, wek gava ko li Wadî Bereda û berî wê li Dareya û Qudseya û çend bajarokan li gundewarê Şamê pêk anîn, bi operasiyoneke rêbazkirî ji bo desthilatdariya rêjîma Beşar cîbicî bikin.
Çalakvanan tekez kirin ko agirê li Şama Kevnar sedema wî milîtanên Îranî ne, ew dikin û rêjîm kirdeyên wan vedişêre, û diyar kirin ko ev ne cara yekem e ko ew milîtan agir bi Şama Kevin dixin.
Berê jî çend caran agir bi bazarên Şama kevnar yên giringiyeke wan ya taybet heye ketiye, li bazara “Elesrûniyê” roja înê di 24.04.2016an de, û di encamê de 70 dikan ji bazara Hemîdiyê ya kevnare şewitîn, her weha agirekî din di 02.12.2016an li bazara Hemîdiyê ya kevnare çêbû û agir bi 13 dikanan ket, û guman li milîtanên Îranî dibe, ji ber ko ew dixwazin wan dikanan ji xwe re bibin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî