Tîmeka parêzerên navdewletî “dozgeriyeka dadgehkirinê li dijî Bişar Esed bi tometa bikaranîna terorê li dijî sivîlan ji Dadgeha Niştimanî Ya Ispanî re” pêşkêş kirin, li ser bikaranîna bombebarankirina bêserûber ya berdewam ji aliyê Rijêmê bi firok û topxaneyan li dijî zarok û kalemêr û jinan li navçeyên pir qerebalix.
Û gilîname ligor daxuyaniya ofîsa parêzerên Ispaniya, bi navê hemwelatiyeka Sûrî ya xwedan regeznameya Ispanî hatiye pêşkêşkirin, piştî ku birayê wê hatibû girtin û paşî rastî eşkencê hatibû û li sala 2013 ji aliyê hêzên Rijêmê jiyana wî hat bidawîkirin.
Herwiha ew dozgerî rijêma Beşar tometbar kiriye “bi encamdana tawanên terorîstî yên pêrewkirî li dijî sivîlan li ser destê hêzên asayîşê û sixoriya wê”, ku rijêma Beşar bi piştgiriya milîsên kirêgirtiyên Îranê tawanên şer bi dirêjahiya şeş salên temam li Sûriyê pêk tînin.
Tê zanîn ku Firinsa jî di demeke pêştir de daxwaza pirotestokirina rijêma Beşar ji Rûsiya kiribû li ser kêmiyabarankirina sivîlan, piştî belavbûna raportekê li ser bikaranîna hêzên Esed ji çekên kêmayayî yên qedexekirî re.
Û wezîrê derve yê Firinsa Can Mark Îrolit hewl da bo razîkirina endamên Encûmena Asayîşa Navdewletî û tevî Rûsiya jî, ji bo gunehbarkirina rijêma Beşar piştî belavbûna raportekê derbarê bikaranîna çekên kêmyayî ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve.
Ji aliyê xwe ve, sikirtêrê NY, Entoniyo Gotîrîs belge raguhestin ji komeleya giştî ya NY ji bo dirustkirina mîkanizmek navdewletî ya bêalî û serbixwe ji bo alîkariyê bike ligel lêpirsîn û dadgehkirina berpirsyarên metirsîdartirîn tawanên hatine encamdan li Sûriyê her ji adara 2011an.
Li aliyek din, ji aliyê hin mafnasan “Komela Qurbaniyên Tawanên Şer Li Sûriyê” hat dirustkirin bi armanca dûvçûna doseyên tawanên şer û binpêkirinên mafên sivîlên Sûriyê, çi yên ji aliyê takekesan hatibin pêkanîn, yan ji aliyê damudezgehan, ji bo li paşerojê bigehêjin mafên xwe.
Komeleyê komîtek ji pespor û parêzeran dirust kiriye ji bo têkilî û hevdîtinan ligel qurbaniyan bi xwe yan ligel kesukarê wan, û çar navçe hatine destnîşankirin ji bo hevdîtinan û li ser bajarên mezintirîn rêjeya xelkê Sûriyê têde dijîn hatine dabeşkirin, û girêbestek ligel kompaniya “Stoke & White LLP” li londonê hatiye bestin ji bo piştgiriya wan kar û çalakiyan.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat