Toreya Sûriyê ya mafên mirovan diyar kir ko di heyva çileyê paşî de sê ragihêner bi destê hêzên rêjîmê û DAIŞê hatine kuştin û yek jî birîndar bûye û 9 sivîl, du jin jî di nav wan de hene, hatine girtin.
Li gora raporta toreyê, karê ragihandinê ji nebaşî nebaştir dibe, ji ber neguhdana gelek rêkxistinên ragihandina navdewletî bi tiştê ko li Sûriyê dibe, û şopandina ragihandinê ji bûyerên Sûriyê re li gora salên berê pir kêm bûye.
Her weha raportê anî ziman ko yê rojnamevan li gora yasaya navdewletî ya mirovî kesekî sivîl e, bê ko regeznameya wî bê naskirin, û çi êrîşa ko bi mebest wî amanc bike, di asta tawana cengê de ye. Û diyar kir ko divê rêz li ragihêneran bête girtin, eger nasnameya ragihandinê pê re hebe, an nikarîbe wê nasnamê ji ber aloziyan biset bixe.
Raportê diyar kir ko parêzgehên Sûriyê yên corbicor, û ev tiştekî baş e, ji gava ko agirbest li Sûriyê cîbicî bûye û bi taybetî li herêmên rizgarkirî, kuştin li wan kêmtir bûye. Çimkî herêmên ko di kontrola rêjîmê de ne nakevin ber bombebarana asmanî ya rojane de, ya dibe sedema sereke ji kuştina 60% ji qurbaniyan û avanî wêran dibin û xelkê derbider dike.
Raportê diyar kir ko tevlî ranewestiyana binpêkirinan, û bi taybetî ji hêla rêjîmê ve, ya ko xuyaye ziyanê ji agirbestê dibîne, û bi taybetî tawanên kuştinê ji derveyî yasayê yên herî kirêt dike, wek operasiyonên mirina bi sedema êşkencekirinê, û ev diyar dike ko agirbest hêj li ser masê maye, lê tawan berdewam in, û civaka navdewletî û bi taybetî herdu dabînker Rûsya û Tirkiyê wan nabînin.
Raportê destnîşan kir ko giring e tevgerek jidil û lezgîn bibe tako karibe karê ragihandinê yê mayî li Sûriyê rizgar bike, û tekez kir ko giring e rêz û hurmet li azadiya karê ragihandinê bê gitin, û ji bo dabînkirina saxlemiya wan kar bikin û guhdaneke taybet li wan bibe.
Her weha komîta vekolîna navdewletî xwest ko vekolîn di amanckirina ragihêneran de bibe, û ji Encûmena Ewlekariyê xwest ko siyaseta rizgarkirina ji sizayan têk bibe, û rewşa Sûriyê bibal dadgeha tawanên navdewletî de bişîne, û ji dezgehên ragihandinê yên Erebî û Navdewletî xwest ko li kêleka hevalên xwe yên ragihêner bisekinin û raportên dembidem derxin û li ser derd û qurbaniyên wan binivîsînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî