Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, diyar kir ko Hevbendiya Niştimanî û Desteya Bilind Ya Danûstandinan û alayên leîkerî ewê şanda miletê Sûrî ji bo danûstandinên Cinêvê pêkbînin.
Endamê Hevbendiya Niştimanî Nesir Elherîrî yê ko li civînên Enqerayê doh amade bibû, got ko opozisyona rastîn ya siyasî û leşkerî li civînê amade bibûn, û li ser giringiya yekirina gotin û rêzan tekez kir.
Û civînê encamên kongirê Estane û mîkanîzmên cîbicîkirina çavdêriya agirbestê û damezirandina şanda opozisyona Sûrî bo Cinêvê gotûbêj kirin, û Elherîrî bal kêşand ser ko rêjîm û milîtanên Îranî pabendî bi agirbestê nekirine, hem jî çi tiştê nû di babeta derbaskirina alîkariyên mirovî de çênebûye , da derfeta rakirina dorpêçê bi tekûzî çêbibe.
Û destnîşan kir ko danûstandinên Cinêvê yên hatiye gotin ku wê 20 vê mehê çêbibin, heye ku têk biçin wek yên berî xwe, eger rê li pêş wan xweş nebe, çimkî gerek agirbest bi rastî pêkbê û karên mirovî cîbicî bibin, wek rawestandina bombebaranê, û gihandina alîkariyên mirovî û berdana girtiyan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî