Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi nûnertiya serokê xwe “Ibrahîm Biro” û tevî “Dr. Ebdulhekîm Bişar” nûnerê ENKSê di Hevbendiyê û Desteya Bilind de beşdar bûn, di civîna Enqera de ya li 3’ê reşemehê li ser vexwendina wezareta karubarê derve ya Tirkiyê hatî lidarxistin, û bi beşdariya berêz Riyad Hicab rêxerê giştî yê Desteya Bilind Ya Danustandinan û serokê Hevbendiyê Enes Ele’bide û hejmarek ji fermandarên hêzan û kesatiyên serbixwe.
Û ligor daxuyaniya “Ibrahîm Biro” serokê ENKSê ligel endamê desteya bilind ya danustandinan “Dr.Ebdulhekîm Bişar”, ku gengeşe li ser giringiya beşdarbûna gera bê ya Jinêvê ya çaverêkirî li 20’ê reşemehê lidar bikeve hatin kirin, û herwiha li ser handana aliyên gerantor li ser pêwîstiya cêbicêkirina rêkeftina agirbestê û herwiha gengeşekirina giringiya dirustkirina şandeka bihêz û yekgirtî ji opozisyona rasteqîn ya pabend bi armancên şoreşê.
Û têde nûnerên ENKSê tekezî li ser giringiya beşdariya kurdan di sercem qonaxên karê siyasî yên girêdayî bi fayîlê Sûriyê kirin.
Û tişta balkêş di vê civînê de, peyama berêz wezîrê derve yê Tirkiyê bû, ku pêkhateyên opozisyonê han dan li ser dirustkirina şandeka yekgirtî û di peyama xwe de navê ENKSê anî ziman, li tenişt desteya bilind û Hevbendiya Niştimanî û hêzên din.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî (Beşê kurdî)