Berpirsekî Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, daxwaz kir ku bicihkirina agirbestê û vekişandina hêzên Rijêmê û milîsên Îranê ji navçeya Wadî Bereda bibe encamek ji yên civîna Astana, û dît ku berpirsyaretiya vê yekê dikeve li ser milê Rûsiya û civaka navdewletî.
Û Yasir Elferhan, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî îro roja duşemê di daxuyaniyek taybet de got “em daxwaz dikin ku rê li pêşiya rijêma Beşar û kontrolkirina wan ji navçeyên nû re bêne girtin, û daxwaz dikin ku ji wan navçeyên piştî rêkeftina 30 çilê pêşî bindest kirine vekişin”.
Herwiha wezareta derve ya Kazaxistan got ku li Astana dest bi civîneka teknîkî hatiye kirin û têde hin pispor ji Rûsiya û Tirkiya û Îran û NY bi awayekî têr û tesel behsa cêbicêkirina rêkeftina agirbestê dikin, û berdevkê wezaretê yê derbarê gotubêjan got ku “beşdarbûna nûnerên Ordinê bo yekem car tê pêşbînîkirin”.
Elferhan, yê beşdarî di civînên Astana de wek rawêjkarê şanda hêzên leşkerî kir, got ku divê Rijêm kesên ziyan ji encama binpêkirinên agirbestê yên berdewam gihaye wan tolebo bike û mafên wan vegerîne, û amaje kir ku ev xal di tekesta sêyemîn de ji nameya komarî ya Tirkiyê û Rûsiya federal ya hatî şandin ji encûmena asayîşê re hatiye”.
Rikaberê Sûrî dît ku “neçarkirina Beşar û Îranê bi cêbicêkirina rêkeftina agirbestê dikeve li ser milê Rûsiya û civaka navdewletî, û bal kişand ku hêzên leşkerî rastiya xwe bi rêka amzekirina xwe li ser rêkeftinê bo dîtina çareseriyek siyasî diyar kirin, û herwiha pabendiya xwe jî bi cêbicêkirina agirbestê dan xuyakirin bi rêka pişikdariya xwe di civîna Astana de.
Û bal kişand ku şanda leşkerî belgenameyek têr û tesel pêşkêş kiribû ji bo bicihkirina agirbestê, û têde rêşûnên şopandin û sizakirin û pişkinînê hatibûn, û wê çaxê şanda leşkerî daxwaza serbestberdana girtiyan kiribû ku wê ji serbestberdana 13 hezar jinan ji yên di girtîgehên Beşar de dest pê bibe.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî