Hêzên artêşa azad li gundewarê rojhilatê Helebê ber bi pêşve diçe her ji destpêka oparesyonên “Mertala Firatê”ê de, ku heta niha 228 navçeyên nişteciyan di navbera herdu bajarên Cerabilus û Ezazê de hatine rizgarkirin, û ligor desteya fermandariya Tirkiyê, rûberê 1800 km2 hatiye kontrolkirin.
Û çalakvanan ragihandin ku rûberekî berfireh ji bajarokê “Biza’ha” yê stratîjîk li nêzîk Babê û herdu gundên “Elsiflaniyê” û “Qebr Elmiqrî” di çarçovê oparesyona rizgarkirina bajarê Babê de ji dest rêxistina DAIŞ a terorîst ji aliyê tabûrên artêşa azad û bi piştgiriya artêşa Tirkiyê hatine rizgarkirin.
Li aliyek din, daxuyaniya heftiyane ya ji aliyê fermandariya artêşa Tirkiyê derdikeve, bal kişand ku oparesyonên leşkerî berdewam in di çarçovê “Mertala Firatê” de, hevdem ligel berdewamiya kontrolkirina rêxistina DAIŞ ji bajarê Babê re li gundewarê Helebê û berdewamiya wê di tirsandina zarok û jin û kalemêran de bi rêka tawanên xwe yên hovane û rojane her ji dema kontrolkirina navçeyê ji destpêka sala 2014 an ve.
Û artêşa azad bajarê Babê ji gelek aliyan ve dorpêç dike, û wargeh û çeperên DAIŞê li hindur û li dorubera bajêr bombebaran dike, ji bo tekûzkirina rizgarkirina wê ji ber giringiya wê ya stratîjîk ku rê li pêş milîsên PYDê digire, ji bo berfirehnekirina zalgeha xwe li bakurê Sûriyê.
Û bajarê Babê bi 30 k.m dûr e ji sînorên Tirkiyê, û nêzîkî 200 hezar kesî lê dijîn û her ji 14 çilê paşî 2014 ketibû di dest rêxistina DAIŞê de.
Herwiha her ji 24’ê tebaxa sala 2016an, artêşa azad û bi piştgiriya artêşa Tirkiyê û hemahengiya hêzên esmanî yên hevpeymaniya navdewletî, dest bi oparesyona “Mertala Feratê” kiriye, ji bo rizgarkirina bakurê Sûriyê ji rêxistinên terorîst û bi taybetî ji rêxistina DAIŞê.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat