Partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD di kiryarên xwe yên li dijî welatiyan berdewam e, û rojane mafên wan yê rewa binpê dike.
Roja Dûşemê 20-2-2017 li bajarokê Girkêlegê, Şaredariya Gel ya bi ser Partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD ve, sê firoşgehên welatiyan bi mûma sor girtin. li gor peyamnêrê malpera Hevbendiyê, yê diyar kir ku ev kiryar hat piştî pevçûnekê di navbera xwediyê firoşgehan û serokê komîta xizmetê di Şaredariya Gel de.
Peyamnêrê me diyar kir ku li gor biryara wê şaredariyê, wê her sê firoşgeh heyvekê girtî bimînin.
Di heman mijarê de Partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD, roja Sêşemê 21-2-2017, endamê komîta navendî yê partiya Dîmuqrat a Kurdistanî – Sûriya PDKS Hisên Silêman ku di rêveberiya Pitrolê li Rimêlan karmend bû, ji xaniyê wî yê ku ji rêveberiya Rimêlan wergirtibû bi darê zorê derxist.
Hêjayî gotinê ye kû Hisên Silêman berî çend rojan ji aliyê çekdarên PYD ve hatibû girtin û piştî çend rojan serbest hat berdan bê kû sedemên girtinê bidin diyarkirin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê