Serokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ehmed Remedan, tekez kir ko “Veguhastina siyasî tewera sereke ya gera Cinêv4 e, û wê di riya sê mijaran re bête gengeşekirin. Yek jê derbarê desthilatê ye, û ya duyem mîkanîzmên destûrî ne, û ya siyem rengê rêjîma siyasî ye, ya ku wê bi rêya hilbijartinê pêk were”.
Remedan diyar kir ko “Şanda Opozisyonê dê li ser pêşinyara damezirandina desthilata veguhêz raweste”. Û destnîşan kir ko planeke tekûz derbarê vê mijarê li rex şandeyê heye, û wê bê pêşkêşkirin, û alavên cîbicîkirinê li gora biryarên navdewletî tê de hene.
Her weha nivîsgeha şandyarê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora, doh sêşembê, tekez kir ko operasiyona veguhastina siyasî li Sûriyê dê tewera gera danûstandinên nû be yên ko gerek roja pêncşembê li Cinêvê dest pê bike, ev piştî ko guman li ser gotina şandyarê Neteweyên Yekbûyî çêbûn, gava ko behsa operasiyona veguhastina siyasî li Sûriyê nekir.
Û birêvebirê nivîsgeha Dî Mistora Maykil Kont, doh li Cinêvê, ji rojnamevanan re diyar kir ko biryara Encûmena Ewlekariya navdewletî ya 2254 ya têde hatiye ko “danûstandin wê ji bo operasiyona veguhestina siyasî bin”, û wê ew bingeha gera nû ya Cinêv4 be.
Kont diyar kir ko danûstandin dê li ser sê babetên bingehîn bin: “damezirandina desthilatek cihê baweriyê û ne li ser têgeha mezhebî be” û nîşankirina demekê ji bo amadekirina destûreke nû, û pêkanîna hilbijartinan. û operasiyona veguhastina siyasî li Sûriyê dê li gera nû yek ji giringtirîn teweran be.
ji bo gera 4an ya danûstandinan,“40 rêkxistinên mafnasiyê daxwaz kirine ko di gera danûstandinên nû de, gerek mijara serekî binpêkirinên mafên mirovan be”, di cenga ko rêjîma Esed wê li dijî miletê Sûrî ji şeş salan ve birêve dibe, û ya ko jiyana bêtir ji nîv milyon mirovî bidawî kiriye.
Birêvebera beşê rojhilata navîn ya rêkxistina “Human Rights Wotch” ya mafnasiyê, Lema Feqîh, di daxuyaniyeke hevbeş de ya rêkxistinan got: “gerek yek ji amancên sereke yên danûstandinên Cinêvê ew be, ko binpêkirinên li dijî Sûriyan ên ko beraberiya bombebaranê û êrîşên kîmawî û birçîbûnê û girtina neyasayî dibin bidawî bike”
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde, di hevdîtinên xwe digel berpirsiyarên Ewropî de li Miyûnixa Elmanî, li ser giringiya operasiyona veguhastina siyasî li Sûriyê di gera danûstandinên Cinêvê de axivî.
Elebde di civîna xwe ya digel wezîrê derve yê Firensî Can Mark Êrolt, tekez kir ku daxwaza opozisyona Sûrî ji danûstandinên siyasî ew e, çûna ber bi veguhastina siyasî ya durist e, û bal kêşand ser ko rêjîm û hevalbendên xwe bizavê dikin da danûstandinên Cinêvê têk bibin, û wê ji naveroka wê vala bikin. di çend rêyan re, û ya pêşî rêznegirtina li peymana agirbestê û pirkirina operasiyonên bombebarankirnê .
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Firans pirês