Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz kir ko Komelgeha giştî ya Netewên Yekbûyî li jêr navûnîşana “Hevgirtin ji bo aştiyê” civînê li dar bixîne, ji bo rewşên mirovî li Sûriyê bişopîne, û biryarê bide ji bo pêrabûnên pêdivî ji bo agirbestê bicî bike û bobelata Sûriyê bidawî bîne, û kar bike ji bo biryarekê ji Netewên Yekbûyî derbixe ko daxwazên rewa yên miletê Sûrî pêk bîne û daxwazên wî ji bo azadî, dadî û veguhastina siyasî ji desthilatê re misoger bike, û derdê wî yê ji 6 salan ve û heta nuha berdewam e rawestîne û rakirina dorpêçê ji dor herêmên dorpêçkirî dabîn bike, û rê bide derbasbûna alîkariyên mirovî ji kesên sivîl re, li ser pirinsîba ““Hevgirtin ji bo aştiyê”” ya ko Komelgeha Netewên Yekbûyî di çêriya paşî sala 1950 hejmara 377 derxistiye, û tê de gotiye ku giring e komelgeha Netewên Yekbûyî berpirsiyariyên xwe hilgire di parastina aştiyê û Ewlekariya navdewletî, û eger mijar bikaranîna hêza leşkerî jî jêre bivê.
Ew di belegnameyên mîna hev de hatine, ko Hevbendiyê ji Encûmena Ewlekariyê û ji Netewên Yekbûyî û ji Rêkxistina Hevkariya Islamî û Komkara dewletên Erebî re şandiye, di derbarê binpêkirinên Rûsya û Rêjîma Esed ji peymana agirbestê re û Rûsya wekû dabînkera bêalî ji peymanê re têkçû.
Komîta yasayî ya Hevbendiya niştimanî tekez kir ko Rûsya di cîbicîkirina pabendiyên xwe de yên taybet bi peymana agirbestê li Sûriyê têkçû, û her weha ya ji bo berdana girtiyan û rakirina dorpêçê ji ser bajar û bajarokên dorpêçkirî, ji 30 çileyê pêşî 2016an heta 01.02.2017an 358 binpêkirin ji operasiyonên bombebarana asmanî bi firokên cengî û bermîlên teqîner û topbaranê û di encamê de 100 kes ji nav wan jî 25 zarok û 14 jin şehîd ketine û 79 navendên zindîdar li gora raporta toreya Sûriyê ya mafê mirovan hatine amanckirin.
Hevbendiyê di daxwaznameyekê de ji Netewên Yekbûyî daxwaz kir ko biryarekê derxe ko yên tawankariyên cengê li Sûriyê kirine wan bibal dadgeha tawanên navdewletî bişîne û di serî de rêjîma Esed û hevalbendên wê Rûsya û milîtanên bi regezên ciyawaz, tako dabîn bibe ko ji sizayê rizgar nebin li ser tiştê ko bi serê miletê Sûrî de kirine û vekolînê di tawanên li dijî mirovantiyê de bikin.
Hevbendî dibîne ko giring e komelgeha Netewên Yekbûyî biryarekê derxe tê de firotina çekan bi hemû cûreyan ji bo rêjîma Esed qedexe bibe, tako sînorek ji tundî û kuştin û tawanên ew û milîtanên bi ser ve li dijî sivîlan li Sûriyê bikar tînin bête danîn.
Her weha Hevbendiyê daxwaz kir ko Rêjîma Sûrî ji endametiya Netewên Yekbûyî derêxînin û nûnerîtiyê ji ser rakin û berdin balyozê wê ji Netewên Yekbûyî, çimkî rêjîm pirinsîbên peymana Netewên Yekbûyî binpê dike û kursiya Komara Erebî Sûrî li Netewên Yekbûyî bo Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bête spartin, çimkî ko Komelgeha Netewên Yekbûyî û komkara Erebî û Encûmena Hevkariya Kendavê û koma dewletên hevalên miletê Sûrî bi Hevbendiya Niştimanî wek nûnerê miletê Sûrî danpêdan pê kirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî