Nûnerê Firinsa li NY yê herdemî Firinsoya Dîlatir duhî roja înê got ku “rastgoya encûmena asayîşê wê têk biçe dema ku nebin yek li hember mijara qedexekirin û belavbûn û bikaranîna çekên kêmyayî li dijî sivîlan li Sûriyê”, ku hin raportên rêxistinên mafnas bikaranîna çekên kêmyayî bi destê Rijêmê li dijî Xûta û gundewarê Şamê tekez kiribûn, hevdem berpirsyaretîya wan êrîşan yên têde bisedên sivîlan jiyana xwe jidest dan xistin di stûyê Rijêmê de.
Dîlater got ku “belge diyar in li ser bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê li dijî sivîlan, û got ku hêjî belgeyên bikaranîna wan hene “.
Ji aliyê xwe ve, nûnerê Birêtaniya yê hertimî li NY, Bîter Wîlson got ku niha welatê wî ligel Firinsa û Waşinton kar dike derbarê pêşniyarkirina pirojebiryarekê di encûmena asayîşa navdewletî de ji bo dadgehkirina bikarhênerên çekên kêmyayî li Sûriyê, û bal kişand ku ew “rijdin li ser pêşniyarkirina vê biryarê di rojên bê de” bê destnîşankirina jivanekê ji bo dengdana li ser pirojebiryarê.
Wîlson di daxuyaniyên xwe de yên ji bo rojnamevanan li bargeha NY li Niyowork tekez kir ku” pêwîst û giring e encûmena asayîşê li hember vê mijarê karekî bike”, û got ku welatî wê dê”bi awayekî jidil kar bike ligel endamên encûmena asayîşê yên din û nemaze ligel Firinsa û Amerîka bo pêşniyarkirina pirojebiryarê bo dengdana encûmenê”.
Hêjayê gotinê ye ku encûmena asayîşê li (7’ê tîrmeha 2015an” bi tevaya dengan biryara 2235 stand ya ji bo dirustkirina mîkanizma lêkolînê ku rabe bi erkê “destnîşankirina aliyê radibin bikaranîna çekên kêmyayî li ser astê takekesan yan dezgehan yan girûpan yan hikumetan”.
Û pirojebiryar ji aliyê Birêtaniya û Firinsa û Waşinton wê li heftiya bê bête pêşkêşkirin di tekesta wê de qedexekirina firotin û hilîkopteran bo Rijêmê hatiye û tevî xistina bi dehan dezgehên Rijêmê li nav lîsteya reş ji bo pişkdariya wan di berhemhênan û pêşxistina çekên kêmyayî û mûşekên hilgirên wan, herwiha di reşnivîsa pirojebiryarê de daxwaza bilokirina diravan û qedexekirina çûnuhatina wan kes û dezgehan li nav dewletên endamên NY kiriye.
Û di raporta “Human Rights Watch” de hatibû ku bombeyên kilorê li ser navçeyên nişteciyan di heşt helkeftên ciyawaz de hatine avêtin li Helebê û têde 8 kes hatine kuştin û 200 kes hatine birîndarkirin bi sedema bikaranîna gazên jehirkirî.
Û di raporta “Human Rights Watch” de hatibû ku bombeyên kilorê li ser navçeyên nişteciyan di heşt helkeftên ciyawaz de bi hilîkopteran hatine avêtin, bi awayekî ku têde diyar dibe ku ew êrîş bi awayekî rêk û pêk bûne. Û di raporta “Human Rights Watch” de hat ku bombeyên kilorê bi hilîkopteran li ser 8 navçeyên ciwaz hatine avêtin bi awayekî têde diyar dibe ku ev êrîş bi awayekî rêkupêk û bi pilan hatine encamdan, bi awayê ku bigunce ligel armanca hêzên Rijêmê ya kuştin û koçberkirina sivîlan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat