Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîş Oxlo doh înê got ku 50 hezar Penaberên Sûrî ji despêka operasiyona “Mertala Ferat “ bi alîkariya artêşa Tirkiyê di 24 tebaxa sala çûyî de vegeriyane herêmên xwe yên li bakurê Sûriyê.
Oxlo bêtir got ko piştî kontrolkirina bajarê Babê dê gelek penaber li malên xwe vegerin. Wezîrê Tirkî bêtir got ku eger herêmêke aram û ji tiroristiyê rizgarkirî çêbibe, dê penaber derfetekê ji bo vegera jiyana normal li herêmên xwe bibînin.
Serokê desteya erkanê Tirkiyê Xelûsî Akar soz da niştecihên bajarê Babê, yên ko ji ber rêkxistina Daişê reviyabûn, wê piştgiriyê ji hêzên leşkerî bibinin tako karibin bi aramî li malên xwe vegerin, piştî şerên tund yên ko roja pêşmbê çêbûn.
Artêşa azad berî sê mehan şerê rizgarkirina Babê ragihand û gund û girên nêzîk bajêr kontrol kirin û piştî wê operasiyona “Mertala Ferat” dest bi çûna ber bi aliyê bajêr de kir, û Artêşa azad taxên hindirê bajêr û nexweşxane û depoya genim kontrol kirin. Artêşa Sûrî ya azad pêncşembê 23.02.2017 bajar bi tekûzî kontrol kir.
Artêşa azad di 24.08.2016ê operasiyona “Mertala Ferat” destpê kir, bi amanca herêma bakur ji rêkxistinên tirorist paqij bikin û bi taybetî rêkxistina “Daiş” bi piştgiriya artêşa Trikiyê û hevrêzkariya bi hêzên asmanî yên hevpeymana navdewletî re pêkhat.
Bajarê Babê 30 km dûrî sînorê Tirkiyê ye li dora 200hezar kes lê niştecih dibin, û rêkxistina Daiş di 14.çileyê paşî 2014ê kontrol kir.
Jêder: Nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê