Hejmara miriyan li Xûta rojhilat yên bi nexweşiya “têkçûna kurçikan” her ji sala 2016 an û heta niha gihişt 13 kesan, û ev nexweşî gefan li jiyana 30 kesên din dixwe, bi sedema jikarketina beşê şûştina gurçikan, ya bi tenê, piştî armanckirina nexweşxane û navendên pizîşkî ji aliyê firokên Rûsiya û Rijêmê ve.
Û roja sêşemê 28’ê reşemehê nivîsîngeha pizîşkî ya bajarê Dûma li Xûta rojhilat diyar kir ku jineke temen şêst salî jiyana xwe bi sedema nexweşiya têkçûna gurçikê ji dest da ji ber nebûna alav û dermanên pêwîst yên çareseriyê.
Herwiha ku li Xûta rojhilat kêmahiyek ketiye peydabûna kelûpelên xwarinê û alavên pizîşkî de, bi sedema bombebarankirina berdewam û dorpêçkirina wê ji aliyê hêzên Rijêmê û milîsên kirêkirî ji aliyê Îranê ve.
Nivîsîngeha pizîşkî diyar kir ku ew jina mirî pêwîstiya wê bi çareseriyê hebû ji ber nesagiya mejî ji encama zêdebûna heybera “yorya”yê, piştî têkçûna gurçikan”, ku nivîsîngehê nikaribû çareseriya “şîkirina xwînê” bike, bi sedema peydanebûna kereste û kelupelên pêwîst li bajar û bajarokên Xûta.
Nivîsîngeha pizîşkî tekez kir ku derengiya derbasbûna kereste û dermanan “hevdem ligel paşguhkirina civaka navdewletî û rêxistinên wê yên mirovî ji erk û berpirsyaretiyên xwe, wê bibe sedema têkçûna rewşa saxlemiya nexweşan û paşî wê rastî mirinê bibin”.
Nivîsîngeha pizîşkî berî çend heyvan bangewazî li “heyva sor” û rêxistinên navdewletî kir, ji bo derbaskirina keresteyên pizîşkî û çareserkirina rewşê lê nikarîbûm, û ligor nivîsîngeha pizîşkî ku îro hejmara nexweşan gihiştî nêzîkî 30 kesî, hevdem ligel nebûna parçeyên çaksazkirina amorên pizîşkî û nebûna pispor û karmendên çaksazîkirina wan amuran.
Û berdevkê sikirtêrê giştî yê NY Stavan Docarîk bêzariya xwe li hember berdewamiya dorpêçkirina Xûta nîşan da û got ku ” NY hest bi dilgiraniyeke mezin dike li hember rewşa zêdetir ji 400 hezar kesê dorpêçkirî” ji aliyê hêzên Rijêmê li Xûta rojhilat li gundewarê Şamê.
Ji aliyê xwe ve, Elî Elze’terî rêxerê karubarê mirovî li Sûriyê, hişyarî da ji “ketina bobelatek mirovî ya nêzîk” eger bilez dest bi cîbecîkirina piransîpê azadiya gihiştina alîkariyên mirovî bo pêwîstdaran li çar navçeyên Sûriyê li gundewarê Şamê û Idlibê nebe.
Elze’terî daxwaz kir ku pêwîst e bilez alîkarî bo bajarokên dorpêçkirî derbas bibin, ku têde sivîl rojane rastî tundutîjiyê tên û bêpar dibin ji pêdawîstiyên serekî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat