Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilîlah Fehed daxwaz ji dewletên dost û bira kir ko piştgiriya pirojeyên desthilata demkî û artêşa azad di operasiyona “mertala Feratê” bikin, tako karibin bêtir Ewlekarî û xizmetan ji niştecihên ko ji piçûktirîn pêdiviyên jiyanê bêpar bûne re pêşkêş bikin, piştî ko ketine ber bombebarana berdewam ji şeş salan ve bi destê rêjîmê û milîtanên tirorist ên Îranî.
Û di gera xwe de ya digel serokê desthilata demkî Cewad Ebû Heteb ya ji bo şopandina rewşa xizmekarî û mirovî li herêmên rizgarkirî. Fehed tekez kir ko tîmên desthilata demkî jidil kar dikin ji bo pirojeyên xizmetkariyan ên ko avahiyên wan bi yekcarî an hinekî wêran bûne baştir bikin.
Fehed bal kêşand ser ko pirojeyên desthilatê hewcedarî piştgiriyê ne tako di baştirîn rewşa xwe de bimînin. û dora şeş milyon kes sûdê jê digirin, û bêtir got ko ew piroje niştecihan dûrî tevlêbûna rêkxistinên tiroristî dikin, çimkî ew rêkxistin rewşa xelkê delîve dikin tako wan tevli xwe bikin.
Seredan ji bo bargehên desthilata demkî û çend dezgeh û pirojeyên wê bûn, hem jî seredana zankoya Helebê û Peymangeha amadekirina mamostayan û ya çend dibistanan bû.
Her weha seredana navenda ceh û genim û ya aşan û enbarên ceh û genim û sentrala telefona zemînî û ya mobîlan yên bi ser desthilatê ve kirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî