Serokê şanda desteya bilind ya danustandinan Nesir Elherîrî bi hevalîniya çend endamên din ,duhî roja çarşemê, 1’ê adarê, li Cinêv, ligel nûnerên dewletên Yejîtiya Ewropî kom bûn, û di hevdîtinê de herdu aliya behsa pêşhatên piroseya siyasî ya niha li Cinêvê kirin ya bi armanca pêkanîna veguhestina siyasî dibe.
Elherîrî tekezî li ser giringiya berdewamiya têkiliyên Yekîtiya Ewropa ligel NY kir, ji bo piştgiriya piroseya siyasî, herwiha li ser naveroka serekî ya “pêkanîna veguhestina siyasî” kir. wek di tekestên biryarên navdewletî de tevî herdu biryarên 2118 û 2254 hatiye.
Elherîrî daxwaza piştgiriya şanda danustandkar û pêvajoya siyasî û aktîvkirina rola Yekîtiya Ewropî bi awayekî bêhtir di fayîlê Sûrî de kir.
Ji aliyên xwe ve, nûnerên Yekîtiya Ewropî destxweşî li şanda desteya bilind ya danustandinan kir li ser bersiva wê ya erênî ligel pêvajoya piroseya siyasî li Cinêv, û herwiha piştgiriya xwe ya berdewam bo gelê Sûriyê ji bo destxistina mafên rûmet û azadiyê dupat kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî