Serokê Encûmena Ewlekariya Navdewletî Matyo Raykiroft doh çarşembê di kongirekî rojnamevanî de li bargehê rêkxitina navdewletî li Niyûyorkê got ko ewê “kar digel endamên din yê Encûmenê bike tako sizakirina Beşar li ser tawanên bikaranîna çekên kîmawî li dijî sivîlan li Sûriyê dabîn bike”.
Raykiroft got: “niha rêya Encûmena Ewlekariyê ji bo sizakirina Beşar li ser bikaranîna wî ji çekên kîmawî re girtiye.” Berdewam kir û got: tev ko vîto hat dan li ser biryara li Encûmena Ewlekariyê ya ko çend dewletên rojava pêşinyar kiribûn, lê wî got “hîn em berdewamin di hewlên xwe de” .
Her weha komîta vekolîna navdewletî ya serbixwe ya bi mijara rewşa Sûriyê ve girêdayî ya bi ser Netewên Yekbûyî ve, di raporta xwe de got ko Rêjîma Beşar heybera Kilorê ji bo vegerandina Helebê sala derbasbûyî bikar aniye. Û Komît dibîne ko kampanya asmanî ya rêjîmê û Rûsya li ser bajarê Helebê ya ko “Nexweşxane û karwanên alîkariya mirovî bi mebest amanc kirine, dikevin asta tawanên cengê”.
Raportê diyar kir ko rêjîmê “tektîkên hovane li Sûriyê bikar anîne ji bo di şerê Helebê de yê di navbera temûzê û çileyê pêşî 2016ê de biser bikeve, û derdeseriyek bêhempa ji mêr, jin û zarokên Sûrî re peyda kir”.
Komîtê diyar kir ko hêzên rêjîmê û milîtanên bi ser ve “tektîkin bi kar anîne ji bo radestkirinê feriz bike, serdemên tariyê yên navincî di bîra me de anîn, û nehişt ko sivîl heyberên xwarinê û pêdiviyên bingehîn bidest bixin, û derbên asmanî bi mehan berdewam bûn, sivîl kuştin û kêmendam kirin û taxên Helebê kirin kavil.”
Komîta Navdewletî di raporta xwe de tekez kir ko “firokên rêjîmê êrîşeke herî metirsîdar dane ser karwanên alîkariyên mirovî ya bi ser Netewên Yekbûyî ve û ya Heyva sor ya Sûrî li Erûm Elkubra li gundewarê Helebê û komîtê belageh kiriye, ku di encamê de 17 kamyon wêran kirine û 14 karmendên hawarhatinê kuştine û karê hawarhatinê li Sûriyê rawestiya û vê jî hişt ko derdê sivîlan bêtir bibe.”
Li gora raporta komîtê “Bombebarana berdewam ko dibistan û penagehên sêwiyan û bazar û mal wêran kirin, hişt ko jiyana sivîlan nema karibe berdewam bibe û radestkirin bileztir bibe”, û di raportê de hat ko firokên rêjîmê kilor, ew heybereke kîmawî ya qedexe li gora yasaya navdewletî, li dijî niştecihên sivîl yên taxên Heleba rojhilat bi kar anîne, û bû sedema derdekî derûnî û laşî ji bisedên sivîlan re”
Pirojeyê rojavayî yê ko Emerîka, Firensa û Birîtanya pêşkêş kirine û roja sêşembê Rûsya û Çînê vîto lidijî wî bikar anîne, tê de pêşinyara sizayên darayî û nehêlana seferê li ser 11 berpirsiyarên leşkerî yên rêjîmê, her weha li ser 10 dezgehên bi ser rêjîmê ve feriz bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans